Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber rewşa hewayê heta 23yê Sibatê 30 geştên asmanî hatin betalkirin.
Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam dike û hat ragihandin ku dê çend rojên din jî berf bibare.
Ji ber vê sedemê li Amedê 30 geştên asmanî hatin betalkirin û çend geşt jî hatin bipaşxistin.
Hat diyarkirin ku heta 23yê Sibatê geştên di navbera Amed û Stenbolê dualî nayên kirin.
Piştî vê yekê derbarê pirsgirêkên heyî de welatiyan li ser medyaya civakî nerazîbûna xwe anî ziman û dibêjin ku ew dereng hatine agahdarkirin.
Dibe ku betalkirinên nû hebin
Pisporên Meteorolojiyê hişyariyê didin ku bahoza berfê li Stenbol û derdorê dê bandora xwe bidomîne û dibe ku astengiyên di veguhastina hewayî de berdewam bikin û betalkirinên nû çêbibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse