Amed: Geştên asmanî hatin betalkirin

13 demjimêr berê
Nîşan Amed Geştên Asmanî Betalkirin Stenbol Îzmîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber mij û moranê geştên asmanî yên Stenbol û Îzmîrê hatin betalkirin.

Li Amedê bandora neyînî ya mij û moranê di roja 5an de jî berdewam dike.

Li navenda parêzgehê ji ber mij û moranê mesafeya dîtinê daketiye heta 30 metreyî û çûn û hatina asmanî û bejahî zehmet bûye.

Hatiye ragihandin ku îro geştên ji Amedê yên ber bi Stenbol û Îzmîrê ve hatine betalkirin.

Li gorî amarên Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro li parêzgehê berf û baran dibarin û li cihên bilind jî berf dibare.

Her wiha mij û moran jî dê berdewam bile.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst