Li Wanê geştên asmanî hatin betalkirin

21-02-2025
Nîşan Wan Geştên Asmanî Betalkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfê geştên asmanî hatin betalkirin.

Li Wanê barîna berfê berdewam dike û rêyên zêdeyî 300 gund û gundikan hatine girtin û şeva borî geştên asmanî hatin betalkirin.

Her wiha dîsa ji ber berfê dibistan îro girtî ne.

Li Balafirgeha Ferît Melenê ya Wanê ji ber rewşa hewayê geştên ber bi Stenbol û Enqereyê ve hatin betalkirin û hinek balafiran ji neçarî li Amedê danî.

Dîsa gelek geştên ku ji bo îro hatibûn plankirin jî hatin bipaşxistin.

Saziya Keşnasiyê ragihand ku îro li Wanê mij û moran heye û ji ber sir û seqemê dê qeşa bikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst