Berpirsekî CHPyê heqaret li Şêx Seîd kir

19-01-2025
RÛDAW
Nîşan Şêx Seîd CHP Alparslan Yilmaz Kasim Firat Baroya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Birêvebirê Giştî yê BELTAŞê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya CHPyê Alparslan Yilmaz, bêhnxweşkira otomobîlê ya bi wêneyê Şêx Seîd li odeya xwe daliqand û li ser medyaya civakî parve kir.

Yilmaz di parvekirina xwe de got "Seîd li ofîsa me li cihê ku heq dike daliqî ye".

Ev parvekirina Alîkarê Birêvebirê Giştî yê BELTAŞê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya CHPyê Alparslan Yilmaz ku heqaretê li kesayetiyekî Kurd dike, bû sedema nerazîbûnên tund û Komeleya Şêx Seîd bi tundî ev helwesta berpirsê CHPyê şermezar kir.

Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat ku heman demê Serokê Komeleya Şêx Seîd e derbarê mijarê de li ser medyaya civakî peyamek belav kir û got dê hesabê vê yekê bipirsin.

Her wiha Firat bangî Kemal Kiliçdaroglu, Serokê CHPyê Ozgur Ozel û parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu kir û xwest ku derbarê mijarê de daxuyaniyek bê dayîn.

Beriya niha jî Baroya Amedê diyar kiribû ku ev berhem heqaretê li xwe digire û ji bo berhevkirin û qedexekirina firotina vê berhemê gilî kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst