PWK: Her heqareta li Şêx Seîd tê kirin li miletê Kurd tê kirin

19-01-2025
RÛDAW
Nîşan Şêx Seîd CHP Alparslan Yilmaz PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî CHPyê heqaret li rêberê Kurd Şêx Seîd kir û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) jî ew şermezar kir.

Alîkarê Birêvebirê Giştî yê BELTAŞê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya CHPyê Alparslan Yilmaz, bêhnxweşkira otomobîlê ya bi wêneyê Şêx Seîd li odeya xwe daliqand û li ser medyaya civakî parve kir.

Yilmaz di parvekirina xwe de got "Seîd li ofîsa me li cihê ku heq dike daleqandî ye".

“Her heqareta li Şêx Seîd hatiye kirin di eslê xwe de li miletê Kurd hatiye kirin”

PWKyê bi daxuyaniyekê ew kiryara Alparslan Yilmaz şermezar kir û got:

“Şêx Seîd rêberê neteweyeyî û rûmeta miletê Kurd e. Her heqareteke ku li Şêx Seîd tê kirin, di eslê xwe de li miletê Kurd tê kirin.

Ji ber wê heqareta ku li rêberê miletê Kurd Şêx Seîd kirîye, em Alparslan Yilmaz protesto û şermezar dikin.”

PWKyê bangî hemû parlamenter, serokên şaredaran û rêvebirên Kurd ên CHPyê kir da ku li hemberî Alparslan Yilmaz helwestê bigrin, wî şermezar bikin.

“Li hemberî vê yekê bê helwest nemînin”

PWKyê got, “Em bangî Serokê CHPyê Ozgur Ozel dikin ku derbarê Alparslan Yilmaz lêkolîna nav partiyê dest pê bike û helwesta pêwîst li hemberî wî bê girtin.

Em bangî hemû siyasetmedar û rewşenbîrên demokrat, parastvanên mafê mirovan ên Tirkiyeyê dikin ku li hemberî vê ‘nexweşîya nîjadpersetîya’ li dijî miletê Kurd, rêber û hêjayiyên Kurdan têne kirin, bêhelwest nemînin û dengên xwe bilind bikin.

Bi vê minasebetê em careke din bangî rayedaran dewleta Tirkiyeyê dikin da ku cîhê mezelên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Seîdê Kurdî û hemû kesayetên ku cihê mezelên wan ne diyar in eşkere bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst