CHP û Baroya Amedê êrişa li Maşallah Dekak ​​şermezar kir

13-01-2024
RÛDAW
Nîşan Maşallah Dekak Rûdaw Amed Sezgîn Tanrikulu Baroya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê êrişa kirêt a li nûnerê Rûdawê Maşallah Dekak şermezar kir û diyar kir ku ew dê pêvajoya qanûnî bişopînin.

Herwiha Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî ji bo êrişkar cezayê bi bandor xwest.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak doh dema ku serdana Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan dişopand, li ber Mizgefta Mezin a Amedê rastî êrişa kesekî hat.

Kesê ku heta niha nasnameya wî diyar nebûye got, “Bi aqil bin, ev der Komara Tirkiyeyê ye” û êrişî Maşallah Dekak kir.

Êrîşkar ji aliyê kesên derdorê ve ji cihê bûyerê hat dûrxistin û hat binçavkirin.

Ev êrişa li hemberî nûnerê Rûdawê bû sedema bertekan.

Baroya Amedê jî daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

“Em êrişa kirêt a devkî û fizîkî ya li dijî nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak dema ku li Amedê nûçe dişopand şermezar dikin.

Em ji Maşallah Dekak û civaka çapemeniyê re hêviya silametiyê dixwazin. Em dê bibin şopînerê pêvajoya hiqûqî.”

Li aliyê din Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî êrişa li dijî Maşallah Dekak şermezar kir jê re hêviya silametiyê xwest.

Tanrikulu got, “Ez zext û êrişên li ser rojnamegerên ku ji bo mafê raya giştî ya agahdarkirinê xebatên çapemeniyê dikin, şermezar dikim.

Divê êrişên bi vî rengî bê ceza nemînin û cezayên bizav û pêximker bên sepandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst