Doza Kobaniyê: Cezayên giran di nava 'peyamên nermbûnê' de

17-05-2024
Rawîn Stêrk
Beriya ku rûniştin dest pê bike / Wêne û Vîdeo:
Beriya ku rûniştin dest pê bike / Wêne û Vîdeo:
Nîşan Doza Kobaniyê Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Doza 108 siyasetmedarên Kurd a ku bi navê “Doza Kobaniyê” dihat zanîn bi cezayên giran bi dawî hat.

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê di rûniştina 83yan a dozê de Selahattîn Demîrtaş bi 42 salan, Fîgen Yuksekdag bi 33 sal 3 mehan, Amet Turk bi 10 salan û bi dehan siyasetmedarên din jî bi dehan salan ceza kirin.

“Tiştekî ji bîr dikin”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha behsa giraniya biryaran kir:

“Li Sîncanê di vê doza îro de rehmet li cihê dadgehên Îstîklal û yên 12 Îlonê û 12ê Adarê hat xwendin.

Rihê wan ji nû ve rabû lê tiştekî ji bîr dikin.

Kurdan û kedkaran 31ê Adarê bersiveke mezin da vê sîstemê û van biryarên dadweriyê yên ku di bin bandora desthilatê de ne.”

Di çarçoveya Doza Kobaniyê de 18 jê girtî 108 kes dihatin darizandin.

Beriya ku rûniştin dest pê bike qerabelixeke zêde li pêşiya Girtîgeha Sîncanê Kom bû.

CHP şandeyeke ku ji 10 kesan pêk dihat bo şopandina rûniştinê erkdar kir.

Nêzî 10 partiyên din jî bo piştgiriyê amade bûn.

“Ji bo çi hûn 5 salan rawestiyan”

Berdevkê Koma CHPyê Alî Mahîr Başarir behsa “şahidên veşartî” kir û got:

“Di dosyayê de tenê şahidekî veşartî heye û îfadeyên vî şahidê veşartî ji hêla parastinê ve hatin valakirin.

Em dixwazin vê yekê careke din dubare bikin.

Madem ku ev dosyayeke ewqasî metirsîdar bû ji bo çi hûn 5 salan rawestiyan.

Em êdî dixwazin ku dadwerî ji qesrê cûda bibe me bêriya vê kiriye û em li bendê ne.”

Rûniştinê bi parastina parêzer û daxwazan dest pê kir.

Şanda dadweran hemû daxwaz red kirin û dest bi eşkerekirina biryarên xwe kir.

Di vê navê de parêzer, siyasetmedar û xelkê bi protesto bi dirûşman salon xalî kir.

Dadwer biryarên ku hatine dan ji salona vala re xwendin ku tenê rojnameger û polîs lê hebûn.

“Dibêje ez meseleya Kurd bi diyalogê çareser nakim”

Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar jî bal kişand ser helwesta dewletê û anî zimên:

Dewleta Tirk dibêje ez meseleya Kurd bi diyalogê çareser nakim.

Yên ku li hemberî min bisekinin jî ez dê wiha ceza bikim.”

Doza ku ew 4 sal in berdewam dikir di nava peyamên “nermbûna siyasî” bi vî avayî bi cezayên giran bi dawî hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst