Demîrtaş: Kurdistan rastiyek e, Qamişlo û Sine hene

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd û Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş di parastina Doza Kobaniyê de got, “Kurdistan rastî ye û Kurd vê ji dilê xwe dernaxin. Qamişlo û Sine hene. Ev der welatê me yê bingehîn e. Sirûdeke me ya niştimanî heye.”

Rûniştina Doza Kobaniyê ku hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi tevahî 108 kes têne darizandin, li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê berdewam bû.

Selahattîn Demîrtaş di parastina xwe ya roja 8emîn de bi taybetî li ser rewşa Bakurê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê û helwesta hinek berpirs û rayedarên Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan axivî.

Demîrtaş ragihand ku beşek ji dozgeran wek sivikatiyekê û biçûkkirna Kurdan dema peyva Kurd dinivîsin tîpa wê ya “Kyê” bi zanebûn biçûk dinivîsin û got:

“Dema navê miletên din dinivîsin tîpa yekem mezin dinivîsin.”

“Ev dewlet bi hilweşandina mala Kurdan çêbûye”

Selahattîn Demîrtaş di beşeke din a axaftina xwe de got:

“Ev dewlet bi hilweşandina mala Kurdan a bi serê wan de û kuştina zarokên wan çêbûye.

Dema em dibêjin aştî aliyê beramber hêrs dibe. Dibêjin aştî çi ye, miletê ku şer bike li ser pêyan dimîne.”

Hevserokê berê yê HDPyê behsa helwesta hinek aliyên demokrat a li hemberî Kurdan jî kir û got:

“Li Tirkiyeyê pêwendiya di asta herî bilind a demokratîk a navendî ya li hemberî Kurdan wiha ye, dibêjin hevalên min ên Kurd hene û dikandarê me Kurd e. Dadwer dîroka Kurdan nizanin.

Hîn jî Kurdistan cihê sirgunê ye. Dibêjin ez dê te sirgunî Colemêrgê bikim. Ma qet hatiye bihîstin ku bibêje ez dê te sirgunî Bodrumê bikim lê Kurdistan a din e. Cihê sirgunê ye.

Trajediya herî mezin a rewşenbîrên Tirkiyeyê ev e, yên ku li Tirkiyeyê Kurdan didarizînin vê yekê nizanin. Em ji ver vê yekê van tiştan dibêjin. Ji ber wê jî mafê we nîne ku hûn me bidarizînin.”

“Parçeya herî mezin a Kurdistanê li vî alî maye”

Selahattîn Demîrtaş di berdewamiya parastina xwe de got:

“Kurdistan welatê bingehîn e. Kurd wê ji dilê xwe dernaxin û navêjin. Kurdistan rastiyek e. Qamişlo û Sine hene. Ev der welatê me yê bingehîn e. Dîroka miletê Kurd heye.

Eger em vê înkar bikin em nikarin li rûyê hev binêrin. Em dê şerm bikin. Welatekî me heye. Sirûdeke me ya niştimanî heye.

Li girtîgeha ku şkence lê didît ew nivîsiye. Got Ey Reqîb. Li Îraqê, Herêma Kurdistanê heye. Li sê cihan Kurdistan heye.

Li vî alî kevirekî biçûk jî nema. Dema li Îraq û Sûriyeyê sînor hatin xêzkirin yek giyayê me jî li vî alî nema?

Em çawa dikarin vê dûrkirina ji armancê ya dîrokî qebûl bikin? Parçeya herî mezin a Kurdistanê li vî alî maye. Hema bêje 200 sal in Kurd li hemberî vê yekê nerazî ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst