DOZA KOBANIYÊ: ‘Ez ji bo hemû hevalên xwe azadiyê dixwazim’

17-04-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgerê Doza Kobaniyê diyar kir ku ji ber bidawînebûna kêmasiyên dozê rûniştina biryara dozê ji bo demeke din hat taloqkirin.

Doza Kobaniyê bi hinceta “beşdarî û banga beşdariya çalakiyên protestoyî” yên 6-8ê Çiriya Pêşîna 2014an hatibû vekirin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de 18 kes jê bi awayekî girtî, 108 kes ji Doza Kobaniyê tên darizandin.

Doza Kobaniyê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.

Dadgehê di rûniştina beriya niha de diyar kiribû ku dê di rûniştina îro de biryara dozê eşkere bike.

Hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogillariyê û Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê, parêzerên DEM Partiyê, Alîkarê Serokê Koma CHPyê Alî Mahîr Başarir, Cîgira Serokê Giştî yê CHPyê Gul Çîftçî, parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu û parlamentera CHPyê ya Enqereyê Aliye Tîmîsî Ersever, parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik û gelek çalakvanên mafên mirovan beşdarî rûniştinê bûn.

Siyasetmedarên wekî Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Zeynap Karaman, Zeynep Olbecî, Ayla Akat Ata, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Pervîn Oduncu, Meryem Adibellî, Alî Urkut, Nazmî Gur, Bulent Parmaksiz ên di çarçoveyê de tên darizanin beşdarî rûniştinê nebûn.

“Rûniştina biryarê hat taloqkirin”

Li aliyê din, doh Parêzerên Selehattîn Demîrtaş jî eşkere kiribûn ku dê Demirtaş beşdarî rûniştina biryara dozê nebe.

Selehattîn Demîrtaş jî bi rêya SEGBÎSê beşdarî dozê bû û xwest hemû hevalên wî bên azadkirin.

Serokê dadgehê di destpêka rûniştina dozê de diyar kir dê di vê rûniştinê de biryarê nede.

Serokê dadgehê amaje bi wê yekê kir ku ji ber berferehbûna dozê û bidawînebûna deşîfrekirina dosyayên SEGBÎSê û kêmbûna demê biryara dozê dê di rojeke din de were eşkerekirin.

Piştî axaftina serokê dadgehê, dozger mutalaya xwe pêşkeş kir.

Bi hinceta ku delîlên şênber ên gumanbariyên xurt ên sûc hene û bi îdiaya “gumana revê” heye û sûc ji sûcên katalogî ne, xwest biryara girtina siyasetmedaran berdewam bike. 

Dozger mafê axaftinê da siyasetmedarên girtî yên HDPyê.

“Banga me hat krîmînalîzekirin”

Siyasetmedar Alp Altinors tohmetên li ser xwe û hevalên xwe axivî û got:

“Bi hinceta ji ser Twitterê me li dijî DAIŞê banga xwepêşandanan kiriye em girtî ne.

Banga me demokratîk e. Di çarçoveya azadiya axaftinê de ye.”

Siyasetmedar Îsmaîl Şengul jî li ser Doza Kobaniyê got:

“Ez bawer dikim ku ev roj dê derbas bibin. Peyameke me ya Twitterê hatiye krîmînalîzekirin û ev îdianame hatiye amadekirin.

Ev doz ji aliyê demokrasiya Tirkiyeyê ve lekeyeke reş a mezin e. Bingeha banga me ew bû ku komkujiyên DAIŞê werin rawestandin.”

Di berdewamiyê de siyasetmedarên girtî Gunay Kubîlay û Dîlek Yagliyê jî parastinên xwe kirin û tohmetên li ser xwe red kirin.

Herî dawî Selahattîn Demîrtaş jî axivî û ji serokatiya dadgehê re got:

“Ti daxwazeke min a axaftinê nîne. Ez ji bo hemû hevalên xwe azadiyê dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst