Tuncer Bakirhan: Doza Kobaniyê dê bibe mîladek

16-05-2024
Nîşan Tuncer Bakirhan Doza Kobaniyê Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Doza Kumpasê ya Kobaniyê dê ji bo wan kesên bibe mîladek ku behsa nermbûnê û asayîbûnê dikin.”

Îro li Dadgeha Sîncanê ya Enqereyê rûniştina Doza Kobaniyê heye ku yek ji dozên herî girîng ên siyaseta Bakurê Kurdistanê ye.

Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag zêdeyî 7 salan e ku ji ber Doza Kobaniyê hatine girtin.

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê tên darizandin û 18 ji wan girtî ne.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beriya destpêkirina rûniştinê li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyek da.

“Ti pêwendiya wê bi hiqûqê re nîne”

Tuncer Bakirhan diyar kir ku doz ne hiqûqî ye û got:

“Îro em hatin ber bi dawiya doza herî mezin a kumpasa siyasî ya Tirkiyeyê ve hatin.

Hûn jî dişopînin, ev ne dozeke hiqûqê ye.

Heke hûn li naveroka dosyeyê jî meyzînin hûn dê bibînin ku ti pêwendiya wê bi hiqûqê re nîne.

Ev dozeke kumpasê ye ku rêveberiya siyasî bi şahidên bidizî û şîroveyên bizorê meyla wê diyar dike û biryarê li serê dide.

“Dê bibe mîladek”

Bi ya min, Doza Kumpasê ya Kobaniyê dê ji bo wan kesên bibe mîladek ku behsa nermbûnê û asayîbûnê dikin.

Em dê îro bi hev re bibînin bê ma wan ji hilbijartinên 31ê Adarê dersek standiye yan na.”

“Ez hêvî dikim ku hevalên me bên berdan”

Tuncer Bakirhan herwiha diyar kir ku biryara îro dê bibe nîşandera rêya ku dê desthilat ji îro û pê ve bişopîne û pê de çû:

“Ez hêvî dikim ku heyeta dadgehê di bin bandora desthilata siyasî de nemîne û hevalên me berde ku bi salan e ji ber dosyeyên vala hatine girtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst