Ensarîoglu: Hêvî dikim Demîrtaş bigihe azadiya xwe

17-04-2024
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Doza Kobaniyê Salîm Ensarîoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Salîm Ensarîoglu derbarê rewşa Selahattîn Demîrtaş de got, “Ez hêvî dikim ji bo aştiya me ya navxwe Demîrtaş bigihe azadiya xwe.”

Parlamenterê berê yê ÎYÎ Partiyê Salîm Ensarîoglu ku di Kanûna Pêşîna 2023yan de ji partiya xwe îstîfa kiribû, îro derbarê Doza Kobaniyê de peyamek belav kir.

Doza Kobaniyê îro li 22yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqeryê bi rê ve çû.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 ji wan girtî bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê ji wê dozê tên darizandin.

“Hêvî dikim Demîrtaş bigihe azadiya xwe”

Ensarîoglu di peyama xwe de got, “Îro rûniştina doza birêz Demîrtaş heye.

Ez hêvî dikim ji bo avakirina avhaweyeke bihêz a demokrasiyê li welatê me, bihêzkirina siyaseta sivîl û aştiya me ya navxwe birêz Demîrtaş bigihe azadiya xwe.”

Salîm Ensarîoglu di hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan ji ÎYÎ Partiyê wekî Parlamenterê Stenbolê hatibû hilbijartin.

Lê ji ber gotinên xwe yên derbarê Şêx Seîdê Pîran de partiya wî ew şandibû dîsîplînê û piştre wî bixwe ji partiya xwe îstîfa kiribû.

Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an ve bi 17 siyasetmedaran re di çarçoveya Doza Kobaniyê de li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

22yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê di Doza Kobaniyê de daxwaza berdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û 17 siyasetmedarên din ên girtî red kir.

Dadgehê rûniştina dozê jî ji bo wergirtina axaftinên dawî, hikm û cezayê dozê taloqî 16ê Gulana 2024an kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst