'Desthilat dê parêzgarên xwe yên qedexeker li her derî belav bike'

15-05-2022
RÛDAW
Nîşan Chp Erdogan Toprak Desthilat Parêzgarên Qedexeker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serşêwirmendê Kordînatoriyê yê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Erdogan Toprak di rapora xwe ya nirxandina heftane de amaje bi qedexeya çalakiyan daye ku ji aliyê parêzgaran ve li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tên ragihandin û dibêje “Tiştên di heftiyek dawî de çêbûne û qedexeyên hatine ragihandin, nîşanên wê yekê ne ku desthilat dê bi nêzîkbûna hilbijartinan helwêsteke zêdetir qedexeker nîşan bide û bi tirsa windakirinê (hilbijartin) dê parêzgarên xwe yên qedexeker li 81 parêzgehan belav bike.”

Parlamenterê Stenbolê û Serşêwirmendê Kordînatoriyê yê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Erdogan Toprak, îro 15ê Gulana 2022ê rapora xwe ya nirxandina heftane belav kir.

Toprak di rapora xwe de balê dikşîne ser dirêjkirina qedexeya çalakiyan bo dema 15 rojan li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê, rê nedana mîtînga Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê ya li Dîlokê û festîvala muzîkê li Eskîşehîrê da û dibêje “Tiştên di hefteyeke dawî de çêbûne û qedexeyên hatine ragihandin, amajeyên wê yekê ne ku desthilat dê bi nêzîkbûna hilbijartinan helwêsteke zêdetir qedexeker nîşan bide û bi tirsa windakirinê (hilbijartin) dê parêzgarên xwe qedexeker li 81 parêzgehan belav bike.”

Erdogan Toprak destnîşan kir ku parêzgarên dewletê wek parêzgarên desthilatê kar dikin û got "Parêzgarên desthilatê ku divê parêzgarên gel û dewletê bin, erkê astengkirin û bêdengkirina opozîsyonê û qedexekirina azadiyên gel birêve dibin. Lê bila ev yek bê zanîn ku ti desthilat û karmend, siyasetmedar, parêzgar û qeymeqamên wê nikarin rê li ber daxwaza gel a guhertinan bigirin.”

Li sînorê parêzgehên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ev zêdeyî 5 sal in ji 21ê Mijdara 2016an ve piştî hewla derbeya 15ê Temûzê qedexeya çalakiyan hatiye ragihandin û her 15 roj carekê ew qedexe bi berdewamî tê dirêj kirin.

Ev di demekê de ya Parêzgariya Dêrsimê jî duh 14ê Gulana 2022ê bo dema 7 rojan hemû çalakî li wê parêzgehê sînordar kirin û divê bo her çalakiyeke asayî mohlet ji aliyên peywendîdar bê wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst