Serokkomariya Tirkiyeyê dixwaze parêzbendiya 7 parlamenteran were rakirin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Parêzbendî Serokkomariya Tirkiyeyê Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dosyayên rakirina parêzbendiya 7 parlamenteran ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê re hatin şandin.

Serokkomariya Tirkiyeyê, dosyayên rakirina parêzbendiya Parlamentera Erziromê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Cengîz Çîçek, Parlamenterê Balikesirê yê ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez, Parlamenterên Îzmîrê yên CHPyê Ahmet Tuncay Ozkan û Mahir Polat, Parlamenterê Stenbolê yê Demokrat Partiyê Cemal Engînyurt û Parlamenterê Kayseriyê yê MHPyê Mustafa Bakî Ersoy şandin parlamentoyê.

Serokatiya Parlamentoyê, dosyayên rakirina parêzbendiya 7 parlamenteran ji Komîsyona Destûrê ya Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê re şandin.

Dosyayên parêzbendiyê, dê li Komîsyona Destûrê ya Dadê werin nirxandin û eger werin qebûlkirin dê ji bo dengdanê ji Lijneya Giştî ya Parlamentoyê re werin şandin.

Dosya piştî ku hatin şandin dê deng li ser were dayîn.

Piştî dengdanê eger biryar were dayîn ku parêzbendiya wan parlamenteran were rakirin dê li dadgehê derbarê wan de pêvajoya darizandinê dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst