STENBOL - Xelk ji ber kuştina du jinan herikî kolanan: ‘Em ber bi dawiya rê ve diçin!’

2 demjimêr berê
Rawîn Stêrk
Li ber bircan xwepêşandanek hat kirin/ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Li ber bircan xwepêşandanek hat kirin/ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Stenbol Jin Kuştin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê du jinên ciwan di nava nîv seatê de bi awayekî metirsîdar hatin kuştin.

Ne tenê hatin kuştin, bedena yekê ji wan hat parçekirin û serê ya din hat jêkirin.

Kujerê ku malbatan çend caran giliyê wî kiribû, nehatibû girtin.

Eşkere bûye ku wî kesî beriya niha bi demeke dirêj bi vîdeoyekê eşkere kiriye ku dê vî karî bike û wekî ku plan kiribû jî kir.

Tirkiye ku di warê tundûtûjiya li ser jinan de di serê lîsteya welatên endam ên OECDyê de ye, di warê kuştina jinan de jî xwedî karnameyeke gelekî xirab e.

Şêweyê kuştina her du jinên ciwan, di nava civakê de bû sedema înfîalê.

Jina ciwan a ku di vîdeoyê de bi dans û kêfxweşiyê xwe li jiyana dûr û dirêj datîne, êdî di binê axa sar de ye.

Jina ciwan Îkbal Uzunera 19 salî bi awayekî tirsnak li ser bircên dîrokî hat kuştin û serê wê ji bircan hat avêtin.

Raya giştî ya Tirkiyeyê di kuştina jinan de bi şêweyekî nû û metirsîdar re rû bi rû ma ku Semîh Çelîkê 19 salî di nava nîv seatê de du jin bi awayekî kuştin ku meriv heldiciniqe.

Jina din a ku bi heman tirsnakiyê hatibû kuştin jî Ayşenûr Halîl bû ku ew jî di 19 saliya xwe de bû.

Li ber bircên ku Îkbal Uzuner lê hatibû kuştin xwepêşandanek hat kirin.

“Em ber bi dawiya rê ve diçin”

Endama Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin Ozge Akmanê got:

“Mixabin êdî asta ku em lê ne ew e ku bircên dîrokî yên Stenbolê jî bi kuştina jinan tên bîra mirov.

Em ber bi dawiya rê ve diçin. Desthilat bi polîtîkayên xwe yên li dijî jinan rêya van kuştinan vedike.

Em ne bê hêvî ne. Em baweriya xwe bi hêza van jinan a birêxistin tînin.”

Li gorî agahiyan kujer Semîh Çelîkê qesab, berê destgirtiya xwe Ayşenûrê dikuje û piştre berê xwe dide Îkbalê.

Wê dixapîne dibe ser bircên Stenbolê û dayîka wê jî vedixwîne cihê bûyerê.

Di ber qêrîn û hawara dayîkê de keça wê dikuje û serê wê di bircan re davêje ber lingê dayîkê.

Kujer piştre jî xwe ji bircan diavêje xware û dimire.

Li hewşa du mizgeftan êş û hawara 2 malbatan bi ezmên ve hilkişiya.

“Ez wekî jinekê di nava ewlehiyê de hîs nakim”

Endameke din a Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin Nûran Karahanê jî anî ziman:

“Pirsgirêkên ku newekheviya zayendî ya civakî çêdike êdî bûne pirsgirêkeke tenduristiya civakî.

Kujer jî xwe dikujin û zarokan jî dikujin.

Ya rast êdî em nikarin wiha bijîn ku wekî ew pirsgirêk tunebin.

Em bi şev bi van pirsgirêkan radizên, beyanî bi van kêşeyan şiyar dibin.

Ez wekî jinekê li kûçeyan xwe di nava ewlehiyê de hîs nakim.

Dibêjim gelo ez herim ba polîsan ew dê min vegerînin.

Yan herim ba dozger ew dê min li malê vegerîne.”

Dîsa li gorî agahiyên ku dezgehên ewlehiyê parve dikin kujer awayê kuştina her du jinan li ser defterekê xêz kiriye.

Her wiha ew 5 sal bûne ku bi taybetî ji bo Îkbal Uzunerê bûye bela.

Çend caran hêzên ewlehiyê hatine agahdarkirin lê tu bergirî nehatine girtin.

Kujerê ku di nava salekê de li 5 nexweşxaneyan tedawiya derûnî dîtiye di dawiyê de jî tecrûbeya xwe ya qesabtiyê li jiyana du jinan nîşan daye.

"Sedema vê yekê genîbûna civakî ye"

Welatiya bi navê Buşra Demîr jî li ser kuştina her du jinan got:

“Sedema vê yekê genîbûna civakî ye û ev welat her ku diçe dibe goristaneke mezintir a jinan.

Ne tenê jin jî niha li welatê me zarok û jin rastî tacîz û destdirêjiyê tên.

Bi ya we jî sedema vê yekê ne ew e ku tawanbarên tesbîtkirî li derve ne?”

“Du rojan carekê tiştek diqewime”

Gozde Kalayci jî li ser bûyerê û rewşa jinan axivî û da zanîn:

“Ya rast ez gelekî xwe di bin gumanê de hîs dikim.

Li taxa min bixwe jî çend sal in bûyer dibin.

Du rojan carekê tiştek diqewime. Em dema li parkan bin jî em xwe di nava ewlehiyê de hîs nakin.”

Li gorî amarên saziyên cihê, di nava 11 salên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 4 hezar û 188 jin hatine kuştin.

Sala 2023yan 438 jin hatine kuştin, 9 mehên 2024an jî hejmar bûye 351.

Platform û hevgirtinên jinan careke din li cihekî din ê kuştina jinan bangî desthilatê kir.

Bicihnebûna daxwazên wan û biryarên ku li dadgehan tên dayîn, pişta mêran berdewam qewîn dikin ku çendîn jinên din werin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst