Encûmena Partiyê ya CHPê îro dicive

03-06-2023
RÛDAW
Nîşan CHP Encûmena Partiyê Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Partiyê (PM) ya CHPê îro dicive û tê çaverêkirin ku endamên Desteya Rêvebirina Navendî (MYK) bên diyarkirin.

Li gor hatiye ragihandin îro 3ê Hezîrana 2023an demjimêr 10:00an li parêzgeha Enqerê Encûmena Partiyê ya CHPê dicive û endamên Desteya Rêvebirina Navendî tên destnîşankirin.

1ê Hezîranê hemû  Endamên Desteya Rêvebirina Navendî a CHPê bi devkî îstîfayên xwe pêşkêşî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kiribûn û Kiliçdaroglu jî ev yek bi awayekî erênî qebûl kiribû.

Tê çaverêkirin di civîna îro de encamên hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê jî bên nirxandin.

Doh 2ê Hezîranê li parlamentoya Tirkiyê parlamenterên hatibûn hilbijartin sonda yasayî xwarin û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wek temaşevanekî beşdar bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst