Rapirsiya Stenbolê: Kurum an jî Îmamoglu li pêş e?

15-02-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbolê Rapirsî HBS Murat Kurum Ekrem Îmamoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînan a HBSyê namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, bi rêjeya ji sedî 38,3yê dengan li pêşiya berbijêrê Partiya Gel a Komarî (CHP) ye.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an re kompanyayên rapirsiyan yên li Tirkiyeyê berdewam rapirsiyan belav dikin.

Partiya sereke ya mixalefetê û partiya desthilatê bi taybetî  ji bo bidestxistina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di nava hevrikiyeke tund de ne.

Kompanyaya Rapirsî û Lêkolînan a HBSyê îro rapirsiya xwe ya derbarê Stenbolê belav kir.

Rapirsî li gel nêzîkî 3 hezar kesan hat kirin

Ew rapirsî li gel 2 hezar û 925 kesan bi awayî rûbirû hatiye kirin.

Ji kesê beşdarî rapirsiyê bûne hatiye pirsîn ku ew dê di hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an de dengê xwe bidin kîjan partî û namzedan.

Li gorî rapirsiyê namzedê AK Partiyê Murat Kurum ji sedî 38,3yê dengan bi dest dixe.

Herwiha namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu ku ji sala 2019an ve şaredarê Stenbolê ye, ji sedî 36,9ê dengan bi dest dixe.

Lê di rapirsiyê de ji sedî 9,3ê dengderan jî bê biryar in.

Wate li gorî rapirsiyê dê dengderên bêbiryar encama hilbijartinên Stenbolê diyar bikin.

Heta niha li gorî beşeke zêde ya rapirsiyan Ekrem Îmamoglu li pêşiya Murat Kurum bû.

Li gorî rapirsiyê dengên berbijêr û partiyan wiha ne:

AK Partî-MHP (Murat Kurum) ji sedî 38,3

CHP (Ekrem Îmamoglu) ji sedî 36,9

ÎYÎ Partî (Bugra Kavuncu) ji sedî 5,2

DEM Partî (Meral Daniş Beştaş/Murat Çepnî)  ji sedî 4,8

Partiya Zaferê (Azmi Karamahmutoglu) ji serdî 2

Partiya Yenîden Refahê (Mehmet Altınoz) ji sedî 1,9

Partiyên din ji sedî 1,6

Bêbiryar ji serdî 9,3

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst