Rapirsiya herî dawî ya Stenbolê hat eşkerekirin

28-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol Rapirsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya PANORAMATReyê li Stenbolê namzedê CHPyê li pêş e.

Kompanyaya PANORAMATReyê encamên rapirsiya hilbijartinên şaredariyan a ku li Stenbolê hatiye kirin, parve kirin.

Rapirsî di navbera 21-23yê Adara 2024an de hat kirin.

Li gorî rapirsiyê li Stenbolê namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu bi ser dikeve.

Li gorî rapirsiyê piştî ku rêjeya dengdêrên bêbiryar li ser partiyan tê belavkirin li Stenbolê encam wiha ye:

CHP: Ji sedî 44,7

AK Partî: Ji sedî 37,5

Partiya Zaferê: Ji sedî 4,5

DEM Partî: Ji sedî 4,3

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 3,7

ÎYÎ Partî: Ji sedî 1,7

Yên din: Ji sedî 3,6

Eger hilbijartinên parlamentoyê bên kirin li Stenbolê dengên partiyan wiha ne:

AK Partî: Ji sedî 34,9

CHP: Ji sedî 32,8

DEM Partî: Ji sedî 7,6

Partiya Zaferê: Ji sedî 6,4

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 4,7

MHP: Ji sedî 4

TÎP: Ji sedî 2,8

ÎYÎ Partî: 1,8

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst