Wezîrên karên derve yên Tirkiye û Sûriyeyê civiyan

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye Tirkiye Eseed Hesen Şeybanî Hakan Fîdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, piştî civîna ligel Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku rejîma Esed li Sûriyeyê mêhvandarî bo “rêxistinên terorî” kiriye.

Şandeyeke Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ku ji Wezîrê Karên Derve Esed Hesen Şeybanî, Wezîrê Parastinê Merhef Ebu Qesra û Serokê Giştî yê Îstixbareta Hikûmeta Veguhêz a  Sûriyeyê Enes Xetab pêk tê çû Tirkiyeyê.

Şandeya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê destpêkê li Enqereyê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya. Piştre jî li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civiya.

Piştî civînê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî daxuyaniyeke hevebeş da çapemeniyê.

"Dema hevhembêzkirinê hatiye"

Fîdan ragihand ku piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê rûpelekî nû vebûye û got:

"Divê ev rûpel ji aliyê Sûriyeyê û civaka navneteweyî ve baş bê bikaranîn.

Avakirina pêvajoyeke giştgîr a siyasî gelekî girîng e û êdî dema hev hembêzkirinê hatiye.

Tevgerîna birêvebiriya nû bi awayekî giştgîr jî cihê kêfxweşiyê ye.”

Hakan Fîdan amaje bi wê yekê da ku erkê herî mezin ê civaka navneteweyî ew e ku her cûre piştgiriyê li Sûriyeyê bike û got:

"Divê em alîkar bin da ku gelê Sûriyeyê li ser lingên xwe bîmîne. Divê em Sûriyeyê ne wekî qadeke hevrikiyê, wekî qadeje hevkariyê bibînin.”

"Cihê rêxistinên terorî nîne"

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ragihand ku rejîma Esed li Sûriyeyê mêhvandariya “rêxistinên terorî” kiriye û "di Sûriyeya nû de cih bo rêxistinên terorî yên nîne."

Fîdan ragihand ku ew ji hewildanên birêvebiriya nû ya Sûriyeyê yên ji bo rûbirûbûna terorê memnun in û got:

“Divê di vî warî de ew hewildan bibin kiryar. Di warê rûbirûbûna li gel terorê de li gel welatên sêyem tecrûbeyên me hene û em amade ne hemû derfetên xwe bikarbînin û hevkariyeke bikin.”

Hakan Fîdan diyar kir ku ew ji parvekirina zanyariyên îstixbaratî heta pêşvebirina şiyana leşkerî amade ne hevkariya Sûriyeyê bikin û got:

"Di heman demê de me anî ziman ku di rûbirûbûna DAIŞê de jî em amade ne piştevaniya operasyonel bidin wan û welatên cîran.

Jixwe derbarê vê yekê de çend roj berê hinek pênvagên me jî çêbûn.

Wekî ku em her tim dibêjin em di rêvebirina kampên DAIŞê û girtîgehan de amade ne alîakariya pêwîst bidin birêvebiriya nû.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê tekez kir ku pêwîst e pêwendiyên avaker ên li gel Sûriyeyê berdewam bin û got:

"Lê mixabin hêjî dorpêç li ser Sûriyeyê ne. Amerîkayê maufiyeteke qismî anî.

Em dizanin ku Yekitiya Ewropayê jî xebateke wiha bi rê ve dibe.

Ji bo dayîna xizmetên bingehîn û jêrxanê divê dorpêç bên rakirin.”

Vegera koçberan

Hakan Fîdan detsnîşan kir ku li gel rabûna dorpêçên aborî dê vegera koçberên Sûriyeyî ya bo welatê wan jî bileztir bibe û got:

"Dê kapasîteya Sûriyeyê ya rûbirûbûna li gel rêxistinên terorî yên weke DAIŞê jî zêdetir bibe.

Em wekî Tirkiye amade ne tecrûbeyên xwe bi Sûriyeyê re parve bikin.

Serokkomarê me di vê mijarê de ferman daye hemû saziyan."

Vekirina balyozxaneyê û geştên esmanî

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de bibîrxist ku wan piştî 12 salan Balyozxaneya xwe ya li Şamê vekirine û got:

"Konsolxaneya me ya Helebê jî dê 20ê Kanûna Paşîn dest bi çalakiyên xwe bike.

Geştên Hêlên Asmanî yên Tirkiyeyê (THY)  jî dê demek nêzîk destpêbikin.”

"Em hewl didin welatekî nû ava bikin"

Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî jî ragihand ku ew hewl didin welatekî nû ava bikin û got:

“Em dê kar bikin ku welat di berjwendiya hemû gel de be. Em dê li ser bingehên pîwendiyên cîrantiya baş vê yekê bikin. Hikûmeta berê ev yek nekir.”

Şeybanî diyar kir ku ew dixwazin li Sûriyeyê pêvajoyeke wiha hebe ku hem di berjewendiya Sûriyeyê de hem jî di berjewendiya gelên navçeyê de be û got:

"Sûriyeyê di bingeha xwe de ji bo her kesî deriyek e. Ne berjewendiyên her kesî berjwendiyên Sûriyeyê gelekî girîng in.

Rêveberiya berê navçe û Sûriye ber bi nearamiyê ve bir. Ti pêwendiya me li gel vê birêvebiriya berê nîne.”

“Yekitiya axa me gelekî girîng e"

Esed Hesen Şeybanî amaje bi wê yekê da ku ew hewil didin bîrînên xelkê Sûriyeyê bipêçin û got:

“Li vê derê yekitiya axa me gelekî girîng e. Em dixwazin ku yekitiya axa me hebe û ev yek girêdayî birêvebiriya navendî be.”

Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê tekezî li ser bipêşvebirina pêwendiyên Şam û Enqerê kir û got:

“Em dê vê yekê di çarçoveya sûdwergirtina ji peywendiyên berê de bikin. Yekitiya axa me gelekî girîng e. Ez dixwazim careke din tekeziyê li vê yekê bikim."

Şeybanî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Birêvebiriya nû di wê bawerê de ye ku divê axa Sûriyeyê ji qonaxa bûna gef a li ser Tirkiyeyê derkeve.

Divê saziyên perwerdê bên islahkirin û gelek girîng e ku soza jiyaneke bi rûmet bê dayîn.

Sûriyeyê pêwîstî bi piştgiriyeke rast heye. Em di vî warî de ji civaka navneteweyî û welatên bira li benda alîkariyê ne.

Di serdama pêşiya me de dê edalet û geşedan hene. Em ji bo hevkariyê amade ne. Çi welatên Erebî çi jî welatên din.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst