Li Îzmîrê 6 rojnameger hatin desteserkirin

13-02-2024
Nîşan Îzmîr Rojnameger Desteserkirin Nûçegihan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê, îro 6 rojnameger hatin desteserkirin.

Li Îzmîrê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê îro berê sibehê bi ser hinek malan de girt.

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Delal Akyuz, Semra Turan û Tolga Gunet; nûçegihana JINNEWSê Melîke Aydin; nûçegihanê Duvarê Cîhan Başakçioglu û xebatkara medyayê ya DEM Partiyê Fatma Funda Akbulut hatin desteserkirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, 6 rojnamegerên ku sedema desteserkirina wan nehatiye eşkerekirin, birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Çankayayê ya Îzmîrê.

Hat zanîn ku biryara nihênîbûnê li ser dosyayê heye û parêzer nikarin 24 demjimêran rojnamagerên desteserkirî bibînin.

Ji aliyê din ve, li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2023yan 280 rojnameger hatin darizandin û 57 rojnameger girtî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst