TIRKIYE - Îsal zêdeyî 70 hezar kesî hatine girtin

11-12-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Girtîgeh Zeynel Emre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê Zeynel Emre ragihand ku îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 70 hezar kesî hatine girtin û êdî li girtîgehan cih nemaye.

Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Zeynel Emre bi helkefta Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan derbarê rewşa girtîgeh, girtin û binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistan hinek amar eşkere kirin.

“Êdî li girtîgehan cih nemaye”

Zeynel Emre eşkere kir ku îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 70 hezar kes hatine girtin û got:

“Ji îsal ve kapasîteya girtîgehên Tirkiyeyê 299 hezar kes in. Bi giştî 406 girtîgeh hene û kapasîteya wan 299 hezar e.

Dema AKP hat ser desthilatê hejmara girtiyan 52 hezar kes bû. Niha hejmara wan 378 hezar û 676 kes e.

Tenê îsal zêdeyî 70 hezar kesî hatine girtin û êdî li girtîgehan cih nemaye.”

“Rojnameger tên girtin”

Emre ragihand ku ji sala 2002yan heta 2024an li Tirkiyeyê 848 rojnameger hatine girtin û got:

“Rojnameger tên girtin, nûçe tên astengkirin û rê bi çalakiyan nayên dayîn.

Çi di çarçoveya yasaya Cezaya Tirk de û çi jî di çarçoveya yasaya Rûbirûbûna Terorê de, ya rast bi van hincetan gelek mirov û rojnameger tên desteserkirin, girtin û li girtîgehan dimînin.

Wate em dibînin ku kesên xwedî nasnameya rojnamegeriyê ne jî tên girtin."

“Çalakî hatin astengkirin”

Parlamenterê CHPyê her wiha behsa midaxale û astengkirina mafê protesto û çalakiyan jî kir û got:

“Tenê sala 2023yan midaxaleya 197 çalakiyên aştiyane hatiye kirin û 43 çalakî hatine astengkirin.

Di encama van de mixabin 3 hezar û 679 kes hatine desteserkirin û beşek ji van jî hatine girtin. Ji wan 58 zarok bûne.”

Zeynel Emre di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser serlêdanên derbarê binpêkirinên mafan ên li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û wiha pê de çû:

“Hûn dizanin ji sala 2012an û heta niha çend kesan serî li Dadegha Destûrê daye? 633 hezar û 425 kesan.

Çend kesan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daye? Tenê sala borî ji Tirkiyeyê 23 hezar û 500 kesî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daye.

Em di vî warî de yekem in û piştî me Rûsya duyem e û Ukrayna jî sêyem welat e.

Hejmara serlêdanan li van welatên ku şer dikin çi qas e? li Rûsyayê 12 hezar û 500 û li Ukraynayê jî 8 hezar û 200 e.

Wate çawa li van her du welatên ku di rewşa şer de ne binpêkirinên mafan ji welatê me kêmtir dibe?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst