YSK bo Soylu: Hilbijartin karê desteyên hilbijartinê ye

11-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Suleyman Soylu YSK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) daxwaza Wezareta Navxwe ya wî welatî ku xwestibû polîs û cenderme encamên hilbijartinan berhev bikin û bişînin sîstema GAMERê red kiriye û gotiye: "Hilbijartin karê desteyên hilbijartinê ye."

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu biryar dabû ku polîs û cenderme amarên hilbijartinan wek tabloyeke Excelê amade bikin û bo sîstema Serokatiya Navenda Kordînasyon a Ewlekarî û Rewşên Bilez (GAMER)ê bişînin.

Li ser vê yekê Parlamenterê CHPê yê Îzmirê Murat Bakan ev mijar xistibû rojevê û diyar kiribû ku ev daxwaza Soylu ne li gor yasayê ye û tê wateya tenê bi devkî hêzên emnî erkdar kirine.

Beriya demekê Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu serlêdana YSKê kiribû ku zanyariyên sindoqan bajar bi bajar navçe, tax, navê dibistan, reqemên sindoqan û dengderan bide wan.

Li gor medya Tirkiyê, YSKê serlêdana wezaretê red kiriye û gotiye: “Hilbijartin karê desteyên hilbijartinê ye. Ti erkekî GAMERê ya hilbijartinê nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst