YSKê encamên dawîn ên hilbijartina serokomariyê eşkere kir

01-06-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê YSK Encamên Fermî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand ku li gor encamên teqez ên gera duyem a hilbijartina serokomariyê ya Tirkiyê, Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 52,18ê dengan û Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,82ê dengan wergirtin.

Gera duyem a hilbijartina serokomariyê Tirkiyê 28ê Gulana 2023ê hatibûn kirin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand ku wan encamên teqez ên gera duyem a hilbijartina serokomariyê ya di 28ê Gulanê de çêbû ji bo ku bên weşandin bo Rojnameya Fermî şandin.

Ahmet  Yener da xuyand ku li gor encamên teqez ên gera duyem ya hilbijartinê, Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 52,18ê dengan û Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,82ê dengan wergirtiye.

Ahmet Yener got: “Piştî hilbijartina 14ê Gulana 2023an, perosaya gera duyemîn a dengdanê 15ê Gulana 2023an  dest pê kir û di 20ê Gulana 2023an de jî dengdana li derve dest pê kir. Dengdana li nûneratiyên derve ku qonaxa yekem a gera duyemîn bû, dest pê kir. Ez spasiya endamên YSKê, rêxistina me ya navendî û hemû aliyên peywendîdar dikim. Veguhestina vegerê ji 24ê Gulana 2023an heya roja dengdana navxwe hat kirin. Ez keda karmendên me yê YSKê û hemû rêxistina me ji bo teqdîrê pêşkêşî raya giştî dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst