Li Stenbolê derbarê 9 şaredariyan dest bi lêpirsîna 'terorê' hat kirin

11-02-2025
RÛDAW
Nîşan Stenbol Şaredarî Lêpirsîn Teror
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê derbarê 9 alîkarên serokên şaredariyan û endamên meclisa şaredariyan dest bi lêpirsînê hat kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê 9 şaredariyên CHPyê yên navçeyên Stenbolê dest bi lêpirsînê kir.

10 kes hatin desteserkirin û di nav wan de alîkarên serokên şaredariyên Kartal û Ataşehîrê jî hene.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di daxuyaniya xwe de got:

“Hatiye fêhmkirin ku formula teoriya lihevkirina bajaran ji aliyê birêvebiriya rêxistinê ve hatiye amadekirin, lihevkirina bajaran formulek e ku dê li hinek qadan were sepandin, di çarçoveya ku li bajarên rojhilat birêvebiriyên xwecihî bên wergirtin û sîstema xweseriyê were avakirin û li bajarên rojava jî nifûsa Kurdan di nava sîstemeke ku dişibe xweseriyê de tevlî birêveberiyên xwecihî bê kirin hatiye pêkanîn û navê ‘Lihevkirina Bajaran’ lê hatiye kirin, bi formula Lihevkirina Bajaran eger Kurdên li bajar û navçeyên rojava şaredariyan nesitînin jî dê li beramberî namzedê ku li serê hatiye lihevkirin û piştgirîkirin dê li meclisên şaredariyan kotayeke diyar were bidestxistin û dê li ser biryarên meclisên şaredariyan bibin xwedîdev, armanc ew e ku di birêvebiriyên xwecihî de cih bigirin û bibin balanseke siyasî, Sîstema Xweseriyê û Lihevkirina bajaran sîstemeke birêxistinbûnê ya di ser DEM Partiyê re ye û saziyên bingehîn ên birêxistinbûna rêxistinê ya di nav gel de DBP û HDK ne û ev her du (DBP û HDK) di bin banê rêxistinê de ne û bi taybetî xebatên birêxistinbûnê dimeşînin.”

Biryara desteserkirina 10 kesan

Di çarçoveya lêpirsînê de biryara desteserkirina Alîkarê Serokê Şaredariya Kartalê C.Y., Alîkarê Serokê Şaredariya Ataşehîrê L.G., Endamê Meclisa Şaredariya Uskudarê B.K., Endamê Meclisa Şaredariya Sancaktepeyê E.G., Endamê Meclisa Şaredariya Fatîhê G.A., Endamê Meclisa Şaredariya Tuzlayê H.O., Endamê Meclisa Şaredariya Adalarê N.A., Endamê Meclisa Şaredariya Şîşliyê S.G. û Endamê Meclisa Şaredariya Beyogluyê T.Ş. û kesekî sivîl hat dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst