Alî Kenanoglu li ser hevdîtinên DEM Partiyê yên bi CHP û AK Partiyê re peyamên girîng dan

11-02-2024
Nîşan Alî Kenanoglu DEM Partî AK Partî CHP Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alî Kenanoglu der barê îdiayên hevdîtinên DEM Partiyê û AK Partiyê de axivî.

Alî Kenanoglu got, "Ji bo 31ê Adarê bi CHPyê re hevdîtin hene, hevdîtina bi AKPyê re ji bo 1ê Nîsanê û şûnde ye."

Alî Kenanoglu beşdarî bernameya Halk TVyê bû û sekna DEM Partiyê, pêvajoya hilbijartinan û pirsa Kurd nirxandin.

“Hevdîtina bi AKPyê re ji bo 1ê Nîsanê û şûnde ye”

Alî Kenanoglu li ser hevdîtinên DEM Partiyê got:

“Belê, DEM Partî niha hem bi AKPyê û him jî bi CHPyê re hevdîtinan dike.

Îcar ev axaftin çi ne? Bersiva ku divê bê dayîn ev e. Ez ji vê bawer im û dizanim.

Têkildarî hilbijartinên 31ê Adarê bi AKPyê re hevdîtinek tune. Berovajî vê, têkildarî hilbijartina 31ê Adarê bi CHPyê re hevdîtin hene.

Hevdîtina bi AKPyê re ji bo 1ê Nîsanê û şûnde ye.”

“Ji bo DEM Partiyê mijara sereke pirsa Kurd e”

Kenanoglu li ser mijara çareseriya pirsa Kurd jî wiha axivî:

“Ji bo DEM Partiyê mijara sereke pirsa Kurd e. Li gorî nêrîna me, eger pirsa Kurd çareser bibe dê pêşiya gelek qadan vebe.

Hevdîtinên bi AKPyê re ne tenê ew tişt in ku li Tirkiyeyê diqewimin.

“Sedem ne tenê siyaseta li Tirkiyeyê ye”

Sedema bidawîbûna pêvajoya çareseriyê ne tenê siyaseta li Tirkiyeyê ye. Di heman demê de, di nav de xebatên ku li Îraq û Sûriyê tên kirin jî hene.

Hevdîtinên bi AKPyê re ne tenê li ser siyaseta Tirkiyeyê ne, ji bo Rojhilata Navîn in jî.

“Niha Amerîkayî plana vekişînê datînin”

Niha Amerîkayî plana vekişînê datînin. Tirkiye dê bibe aktorekî çawa?

Ji ber ku Kurd li wir aktorekî cidî ne. Yên ku Kurdan nebin aliyê xwe li wir zehmetiyê dikişînin.

Em li nexşeya Tirkiyeyê dinêrin û hewl didin di nav wê de binirxînin.

Em li ber çavan nagirin ku ev hevdîtin wê ji siyaseta heyî wêdetir bi geşedanên li Rojhilata Navîn û qada navneteweyî ve girêdayî bin yan na.

Li gorî min sedema herî girîng ev e. Ez bawer nakim ku di vê qonaxê de hevdîtinên rûtîn hebin lê gav bi gav em tên cem hev û dem bi dem em diaxivin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst