Şandeyên DEM Partî û AK Partiyê civiyan

Duh li 02:01
Nîşan DEM Partî AK Partî Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyên DEM Partî û AK Partiyê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li hev civiyan.

Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hevdîtinên xwe didomîne.

Şandeya DEM Partiyê îro li Enqereyê bi Partiya Paşerojê re civiya.

Piştî vê hevdîtinê jî civîna bi heyeta AK Partiyê re dest pê kir.

Heyeta ku ji Pervîn Buldan, Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder pêk tê ji aliyê Serokê Koma AK Partiyê ya Parlamentoyê Abdullah Guler û Serokwekîla Koma AK Partiyê ya Parlamentoyê Ozlem Zengîn û Efkan Ala ve hat pêşwazîkirin.

Heyeta DEM Partiyê îro destpêkê bi Partiya Paşerojê re civiyabû.  

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder piştî vê civînê gotibû, “Em dê Selahattîn Beg ziyaret jî ziyaret bikin û daxuyaniya berfireh dibin.”

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu jî wiha axivîbû:

“Pêvajoyeke gelekî girîng e. Îstîşareyeke gelekî jidil bû.

Em li ser dersên ku divê ji pêşerojê bên wergirtin axivîn. Em li ser rûdanên li Sûriye û Îraqê jî axivîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst