Di ser teqîna Enqereyê re 8 sal derbas bûn: Xemsar nayên darizandin

10-10-2023
Nîşan Enqere DAIŞ Êriş HDP Mîtîng Darizandin Xemsarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heşt sal berê wekî iro DAIŞiyekî li Gara Trenê ya Enqereyê bombeyên bi xwe ve teqandin.

Di encama vê êrişa hovane de 103 kesan canê xwe ji dest da û herî kêm 500 kes jî birîndar bûn.

Îro di ser wê êrişê re 8 sal derbas dibin lê lê heta niha jî ti berpirsekî ewlehiyê yan jî rayedarekî Tirkiyeyê li ser xemsariyên derbarê bûyerê de nehatiye darizandin. 

10ê Çiriya Pêşîn a 2015an li Taxa Sihiyeyê ya Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi pêşengya HDPyê mîtîngeke bi navê “Demokrasî, Aştî û Kedê” hat sazkirin.

Endamekî DAIŞê li cihê mîtîngê li pêşiya Gara Trenê ya Enqereyê bi teqemeniyan xwe di nav girseya mîtîngê de teqand.

“103 kesan canê xwe ji dest da”

Di wê êrişa xwekujiyê de 103 kesan canê xwe ji dest da û zêdeyî 500 kesî jî birîndar bûn.

Îro 8emîn salvegera wê komkujiyê ye û qurbaniyên bûyerê her sal 10ê Çiriya Pêşînê bi çalakiyên cuda tên bibîranîn.

Piştî teqînê derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin û doz hat tomarkirin.

Di dozê de 36 kes dihatin darizandin, 19 kes ji wan hatin girtin. 9 ji wan bi 101 sal cezayê giran ê hetahetayê yê girtîgehê hatin cezakirin.

Dosyeya darizandina 18 tawanbarên reviyayî jî ku emîrê DAIŞê yê Tirkiyeyê Îlhamî Bali jî di nav wan de bû hat cudakirin.

Herwiha Daîreya 3emîn a Cezayan a Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê cezayê 10 kesên din jî hilweşand.

Niha li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê doza 29 gumanbarên bûyerê berdewam dike.

Ji van 29 gumanbaran 10 kes girtî ne û 19 kes jî “reviyane.”

Xemsar nayên darizandin

Di bûyerê de gelek xemsariyên hêzên ewlehiyê yên Enqereyê, Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê, rayedar û berpirsên Tirkiyeyê hebûn.

Tevî van xemsariyan jî heta niha yek ji wan jî li ser bûyerê nehatiye darizandin û neçûye pêşiya dadgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst