Amerîkayê kesên êrişî merasîma Qasim Silêmanî kiriye eşkere kirin

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Êriş Îran Qasim Silêmanî DAIŞ Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsrîxbarata Amerîkayê ragihand ku “êrişa xwekujî” ya li bajarê Kirmana Îranê, ji aliyê şaxa Xorasanê ya DAIŞê ve pêk hatiye. 

Li parêzgehê Kirmanê ya Îranê li nêzîkî gora Qasim Silêmanî 2 teqîn çêbûn û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Servîsên îstîxbarata Amerîkayê têkildarî teqînan agahî da.

Li gorî îstixbaratê, êrişa Kirmanê ji aliyê rêxistina DAIŞê ya Efxanistanê ya bi navê “DAIŞ-Xorasan”ê ve pêk hatiye.

Tê gotin ku DAIŞ-X sala 2015an bi îdaya “li Efganistan, Pakistan û Asyaya Navînê xîlafetê belav bikin” hatiye damezrandin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên îstixbarata Amerîkayê, êrişa li Kirmanê ji aliyê DAIŞa Efxenîstanê ve pêk hatiye.

Yek ji çavkaniyên Amerîkayê, ji Reutersê re got, “Îstîxbarat zelal e û nayê nîqaşkirin.”

Çavkaniya duyemîn jî diyar kir ku zanyariyên istixbaratî ji pêwendiyên (çekdarên DAIŞê) hatine wergirtin.

Beriya niha jî hatibû ragihandin ku zanyariyên qeydên ragihandinê yên rêxistinê hatine berhevkirin.

Li aliyê din derbarê mijarê Ajansa Îstixbarata Navendî (CIA) ti daxuyanî neda.

Çi bûbû?

Li parêzgeha Kirmanê ya Îranê 4ê Kanûna Paşînê, li ser rêya ku bîranîna 4emîn salvegera kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî lê dihat kirin 2 teqîn çêbûn.

Di wan teqînan de herî kêm 103 kesan canê xwe ji dest da û 284 kes jî birîndar bûn.

DAIŞê li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku teqîn ji aliyê du xwekujan ve bi bombeyên ku li pişta xwe girêdabûn hatine kirin.

Di serî de Serokkomarê Îranê û rayedarên din ên Îranê diyar kir ku ew dê bi awayekî tund bersiva êrişê bidin.

Li aliyê din rayedarên Îranê duh ragihand 11 kes bi gumana ku tevlî êrişê bûne hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst