Metirsiya terorê li Kolnê: Ji bo pîrozbahiyên sersalê tedbîrên tund hatin wergirtin

31-12-2023
Zinar Şîno
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Koln DAIŞ Êriş
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Li bajarê Kolnê yê Almanyayê ji bo pîrozkirina sersalê tedbîrên tund ên ewlehiyê hatin wergirtin.

Du roj berê li bajêr 2 kes hatibûn girtin ku her du endamên DAIŞê bûn û plan dikir ku êrişî sê deverên Ewropayê bikin.

Katedrala Duyem a li navenda Kolnê îro ji ber tedbîrên ewlehiyê hat girtin û hêzeke mezin a ewlehiyê li derdora bajêr hat bicihkirin.

Di vê navberê de li qada ku ji bo pîrozbahiyên sersalê hatiye diyarkirin tedbîrên ewlehiyê yên tund hatine wergirtin û destûr nayê dayîn kesên ku dixwazin beşdarî merasîmê bibin fîşekên hewayî bi xwe re bibin.

Ev tedbîr ji ber girtina du endamên DAIŞê bûn ku roja înê ji hêla polîsên Kolnê ve hatibûn girtin.

Polîsan nasnameya kesên ku hatine girtin eşkere kir. Navê yek ji wan Ebdulsemed e û temenê wî 30 sal e û li bajarokê Epenê yê ku 30 kîlometreyî dûrî Kolne yê dijî.

Ev kes pêwendiyên wî yên nêzîk bi Misilmanên radîkal ên li Kolnê re hebûye berpirsyarê koma Sefakê bûye û li ser Telegramê kanaleke wî ya taybet hebûye.

Girtiyê din ê bi navê Ata xelkê Tirkmenistanê ye û 29 salî ye.

Ata bi Ebdulsemed û grûpeke Misilman a alîgirên DAIŞê, kome ava kiriye û berê ji bo DAIŞê pere kom kirine.

Li gorî polîsên Alman, wan ev pere rasterast ji grûpên DAIŞê yên ku Rojavayê Kurdistanê çalakiyan dikin re şandine.

Li gorî daxuyaniya polîsê Kolnê, grûpê plan kiribû ku êrişên terorîstî li katedralên li Koln û Viyanayê pêk bînin.

Plana wan a duyemîn ew bû ku li Madrîdê êrişeke terorîstî pêk bînin lê berî ku malzemeyên çêkirina bombeyan bi dest bixin ji aliyê polîsan ve hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst