Piştî Amerîkayê DAIŞê jî êrişî Heşdî Şebiyê kir: Kuştî û birîndar hene

07-01-2024
Nîşan DAIŞ Amerîka Heşdî Şebî Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Selahedînê du çekdarên Heşdî Şebiyê kuştin, sê çekdar jî birîndar kirin.

Şêwirmendê Leşkerî yê Parêzgeha Selahedînê Kawe Şêxanî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku DAIŞiyan li Selahedînê bi ser Lîwaya 22yan a Heşdî Şebiyê de girtiye.

Li gorî agahiyên ku Kawe Şêxanî dane, êrişê şeva borî rû daye û du çekdarên Heşdî Şebiyê hatine kuştin, sê çekdar jî hatine birîndarkirin.

Kawe Şêxanî herwiha da zanîn ku DAIŞî reviyane û çekdarên birîndar jî li Nexweşxaneya Tikrîtê tên dermankirin.

Li aliyê din, DAIŞê îro daxuyaniyek da û ragihand ku ev êriş ji aliyê wan ve hatiye kirin.

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê 2yê vê mehê ragihandibû ku li Bexda, Nînowa, Kerkûk û Enbarê 7 DAIŞî hatine desteserkirin.

Amerîkayê jî êrişî Heşdî Şebiyê kiribû

4ê vê mehê baregeha Heşdî Şebiyê ya li Bexdayê hat bombebarankirin.

Di encama êrişê de, Fermandarê Lîwaya 12an a Heşdî Şebiyê Hacî Ebû Teqwa û alîkarê wî Ebû Îmtîhan hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku wan ev êriş kiriye.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî da zanîn ku wî fermana vê êrişê daye.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî êriş şermezar kir got, “Em niha ji bo vekişîna hêzên biyanî ya ji Îraqê demekê diyar dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst