Berpirsê DAIŞê yê Şamê li Mersînê hat girtin

19-12-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye MÎT DAIŞ Mêrsîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê DAIŞê yê Şamê Huzeyfe El Murî di operasyoneke MÎTê de li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê hat girtin.

Ajansa hikûmeta hikûmeta Tirkiyeyê AAyê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên wî welatî bi hevkariya MÎTê ji bo desteserkirina  Berpirsê Darayî û Îdarî yê Wîlayeta Şamê yê DAIŞê Huzeyfe El Murî yê bi nasnavê “Eyûb” operasyonek dan destpêkirin.

Hêzên ewlehiya Tirkiyeyê di çarçoveya operasyonê de li bajarê Mêrsînê bi ser navnîşanekê de girtû Berpirsê Darayî û Îdarî yê Wîlayeta Şamê Huzeyfe El Murî desteser kir.

Hat ragihandin ku di operasyonê de dest bi ser 28 hezar û 800 dolar, 14 hezar û 950 euro, 31 hezar û 800 lîreyên Tirkî û gelek materyalên dijîtalî de hatiye girtin.

Herwiha çend aplîkasyon jî hatine destnîşankirin  ku di hewalekirin û şandina pereyan ji bo DAIŞê de dihatin bikaranîn.

Li gorî agahiyan Huzeyfe El Murî di îfadeya xwe de li xwe mikur hatiye û derbarê xwe û DAIŞê zanyarî dane hêzênew ewlehiyê yên Tirkiyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst