HEDEP: Berdevka me ya Encûmana Ciwanan bi şkenceyê hatiye desteserkirin

09-12-2023
RÛDAW
Nîşan HEDEP Edanûr Îbrahîmoglu Şkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ragihand ku Berdevka Encûmena Ciwanan a Partiya wan piştî lêdan û şkenceya hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê hatiye desterkirin

HEDEPê got “Şkenceyên we me paş ve nabin. Ev êrîş nîşanên wê yekê ne ku hûn ji partiya me û encûmena me ya ciwanan ditirsin.”

Ev demek e saziyên pêwendîdar ên Tirkiyeyê hestî û cenazeyên hinek gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) piştî derbasbûna çend salan radestî malbatên wan dikin.

Hinek endamên Komeleya Hevgirtin û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Enedolê roja 7ê Kanûna Pêşînê bi pêşengiya HEDEPê xwest li meydana navçeya Şirînevlerê ya Stenbolê vê yekê protesto bikin û derbarê mijarê de daxuyaniyekê bidin çapmeniyê.

Lê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê êrişî kesên beşdarî çalakiyê bûne kir û 46 kes destser kirin. Kesên desteserkirî piştî karûbarê îfadeyê hatibûn berdan.

Yek ji kesên desteserkirî Berdevka Encûmena Ciwanan a HEDEPê Edanur Îbrahîmoglu bû ku di dema destserkirinê û piştî destesekirinê de rûbirûyê şkeceya polîsan bûbû.

HEDEPê doh li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir û li hemberî şkenceya li dijî Berdevka Encûmena Ciwanan nerazîbûn nîşan da.

HEDEPê herwiha wêneyekî Edanur Îbrahîmogluyê jî belav kiriye û tê de diyar dibe ku çavê wê werimiye û reş û şîn bûye.

“Şkenceyên we me paş ve nabin”

HEDEP di peyama xwe de got, “Berdevka Encûmena Ciwanan û Endama Encûmena Rêveberiya me ya Navendî Edanûr Îbrahîmoglu di daxuyaniya çapemeniyê ya doh de bi şkenceyê hat desterkirin.

Hevala me herwiha dema desteserkirinê jî rûbirûyî êrişê bû. Şkenceyên we me paş ve nabin.

Ev êriş nîşanên wê yekê ne, hûn ji partî û encûmena me ya ciwanan ditirsin. Hûn dê dawiya dawî hesabê van şkenceyan bidin ku tawanên mirovî ne.”

Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan piştî bûyerê çû serdana Edanur Îbrahîmogluyê.

Bakirhan jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûn nîşan da û got:

“Helbet em dê wê rojê bibînin ew polîsê ku ev êrişa nemardane kiriye û hemû ew rayedarên rê ku daye vê yekê dê li pêş hiqûqê hesab bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst