Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand 6 rojên betlaneya Cejna Remaznê 57 kesan canê xwe ji dest da.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li hesabê xwe yê Xê amarên qezayên trafîkê yên betlaneya Cejna Remezanê belav kirin.
Alî Yerlîkaya diyar kir ku roja betlaneyê şeşemîn a Cejna Remezanê 542 qezayên trafîkê çêbûne.
Yerlîkaya da zanîn ku bi giştî 6 rojên betlaneyê 57 kesan canê xwe ji dest daye û 6 hezar û 533 kes birîndar bûne.
Yerlîkaya got eşkere kir ku doh 10 kesan canê xwe ji dest daye û got:
“790 welatî jî birîndar bûn. Di wê rojê de me pişkînîna 599 hezar û 476 otomobîlan kir.
Li 22 hezar û 892 otomobîlan cezaya radar û bilezbûnê û li 41 hezar û 922 otomobîlan cezayên din hatin birîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse