Bistên hesinî dixistin laşê zarokan: 4 kes hatin girtin

11-10-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Terîqeta Rufaiyê Zarok Şkence Bist
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê, piştî belavbûna wan dîmênên ku hinek kesan laşê zarokan didan ber bistên hesîni, 4 endamên Terîqeta Rufaiyê yên welatiyên Sûriyeyê hatin girtin.

Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, dîmenên Terîqeta Rufaiyê ku beşek ji endamên wê di “merasîmeke zikrê” de bistên hesinî dixistin laşê zarokan, li ser medyaya civakî hatibûn belavkirin.

Li gorî zanyariyan, dîmen li navendeke Terîqeta Rufaiyê hatibûn tomarkirin.

Belavbûna dîmenan li ser medyaya civakî deng veda û gelek aliyan nerazîbûn nîşan da.

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê derbarê dîmenan lêpirsîn da destpêkirin.

Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê di çarçoveya lêpirsînê de 4 welatiyên Sûriyeyî desteser kirin.

4 kes piştî karên îfadewergirtinê ji Rêveberiya Ewlehiyê Rihayê şandin dadgehê.

Dadgehê derbarê 4 kesan biryara girtinê da.

Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyeyê piştî belavbûna dîmenan ragihandibû ku zarokên li navenda terîqetê şkence li wan hatiye kirin, ji bo parastinê ji aliyê dewletê ve ji malbatên wan hatine wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst