RIHA - Derbarê terîqeta laşê zarokan dida ber şîşan gilî hat tomarkirin

10-10-2023
Ferdî Sak
Bistên hesinî dixin laşê zarokan, dîmen bûn rojev
Bistên hesinî dixin laşê zarokan, dîmen bûn rojev
Nîşan Riha Terîqeta Rufaiyê Zarok Şkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di bin navê zîkrê de laşê zarokên 4 heta 8 salî didin ber şîşên asin û şkenceyê li wan dikin.

Her tiştê ku berê bi dizî û li pişt deriyên girtî dihate kirin, di vê serdema teknolojiya û medyaya civakî de veşartî namîne û bi yek peyamê dikeve rojeva temamê xelkê.

Li ser torên civakî ev 2 roj in hinek dîmen hatine belavkirin û bûn rojev.

Di dîmenan de xuya dibe ku çend kes laşê zarokên ji 4 heta 8 salî didin ber bistên hesinî û şkenceyê li wan dikin.

Li gorî agahiyan, li parêzgeha Rihayê ya Bakurê hatine tomarkirin û ew cih jî navendekeTerîqeta Rufaiyê ye.

Herwiha kesên laşê zarokan didin ber bistên hesinî vê yekê di bin navê "zikrê" de dikin.

Belavbûna van dîmenan li ser medyaya civakî deng veda û gelek aliyan nerazîbûn nîşan da.

“Giliyê Terîqeta Rufaiyê hat kirin”

Piştî belavbûna vidoeyê, giliyê Terîqeta Rufaiyê hat kirin û zarok jî ji bo parastinê birin saziyeke hikûmî.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Rihayê Îsmaîl Tutal bi rêya Rûdawê bang li hikûmetê kir ku bêdeng nemîne û li dijî van kiryarên terîqetên olî tedbîran wergirin.

Îsmaîl Tutal got, “Divê bi rastî dewlet ji bo mafê zarokan ku îmze avêtiye peymana navdewleetî ya mafê zarokan, li pişt vê îmzeyê bisekine û van zarokan neyne vê astê.

Divê derbarê van zarokan dewlet çav vekirî be û bibîne. Kîjan terîqet be bila bibe ji ber ku ev sûceke mirovî ye û bi rastî sûcek mezin e.”

“Hikûmeta dest nadin terîqetan”

Tutal herwiha bal kişand ser sedemên belavbûna terîqetên bi vî rengî û çalakiyên wan ên li Rihayê û bêdengiya berpirs û aliyên peywendîdar û got:

“Miletê me di warê aborî de hinekî lawaz in. Di warê xwendin û zanebûnê de jî hinekî kêmasî hene. Ji ber wê jî ev zarok dikevin destê van terîqetan.

Dema dikevin destê wan jî bi rastî weke ku di dîmenan de xuya dibe mirov bi rastî di warê wijdan û aqil de pir diêşe.

Em vê rexne dikin. Bi rastî kîjan desthilat bê ser hukumetê dest nadin terîqetan. Çima ji ber ku terîqetan didin aliyê xwe daku careke din bibin desthilat. Wan wekî hêzekê didin aliyê xwe û ji ber vê bi ser wan de naçin.”

Baroya Rihayê li ser dîmenan bêdeng nema û ragihand ku wan gilî li dijî  Terîqeta Rufaiyê û kesên berpirs  gilî tomar kir.

Li aliyê din, Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wan derbarê mijarê de lêkolîn daye destpêkirin.

Wezaretê herwiha destnîşan kir ku li ser kesên di dîmenan de bistan dixin laşê zarokan gilî hatiye tomarkirin.

Wezaretê diyar kir ku wan zarokên di dîmenan de xistine jêr parastina xwe û ji bo kesên berpirs bên cezakirin dê bûyerê ji nêz ve bişopînin.

Terîqeta Rufaiyê wekî terîqeteke Sune mezheb sedsala 12an ji aliyê Şêx Ehmed Bin Elî Rufaî ve li Îraqê  hatiye damezrandin.

Piştre ew terîqat li  Misir, Tirkiye, Sûriye, Kurdistan û rojavayê Asyayê û beşek ji welatên Balkanan belav bûye. 

Şêx û murîdên vê terîqetê her pêncşemê dicivin û bi navê zikrê cihên cûda yên laşê xwe didin ber şîş, şûr, kêr û alavên cûda yên birek.

Gelek caran zarok jî di çalakiyên wan ên zikrê de cih digirin û dibin qurbanî. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst