RIHA – Bistên hesinî dixin laşê zarokan, dîmen bûn rojev

10-10-2023
Nîşan Riha Terîqeta Rufaiyê Zarok Şkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rihaya Bakurê Kurdistanê derbarê terîqeta ku laşê zarokan dida ber bistên hesîni gilî hat tomarkirin.

Baroya Rihayê derbarê “Terîqeta Rufaî”yê de ku beşek ji endamên wê di “merasîmeke zikrê” de bistên hesinî dixistin laşê zarokan gilî tomar kir.

Li ser torên civakî ev 2 roj in hinek dîmen hatine belavkirin û bûn rojev.

Di dîmenan de xuya dibe ku çend kes laşê zarokên ji 4 heta 8 salî didin ber bistên hesinî û şkenceyê li wan dikin.

Li gorî agahiyan, li parêzgeha Rihayê ya Bakurê hatine tomarkirin û ew cih jî navendekeTerîqeta Rufaiyê ye.

Herwiha kesên laşê zarokan didin ber bistên hesinî vê yekê di bin navê "zikrê" de dikin.

Belavbûna van dîmenan li ser medyaya civakî deng veda û gelek aliyan nerazîbûn nîşan da.

Baroya Rihayê gilî tomar kir

Piştî belavbûna wan dîmenan Baroya Rihayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wan derbarê Terîqeta Rufaiyê de li dadgehê gilî tomar kiriye.

Baroya Rihayê  li ser mijarê daxuyaniyek da û got:

"Em wekî Baroya Rihayê bi hestiyarî wan dîmenên li tekiyeyeke girêdayî terîqetekê de dişopînin ku di bin navê zikrê de di medyayê de belav bûne.

Dema em bifikirin ku zarok yek ji kevirên bingehîn ên civak û paşerojê ne ji bo ku ew bi awayekî tendurist û jiyaneke baş bijîn, ji aliyê baroya me ve derbarê dîmenên wê terîqetê gilî hatiye tomarkirin.”

Li aliyê din, Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wan derbarê mijarê de lêkolîn daye destpêkirin.

Wezaretê herwiha destnîşan kir ku li ser kesên di dîmenan de bistan dixin laşê zarokan gilî hatiye tomarkirin.

Wezaretê diyar kir ku wan zarokên di dîmenan de xistine jêr parastina xwe û ji bo kesên berpirs bên cezakirin dê bûyerê ji nêz ve bişopînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst