Hilbijartin nêzîk in: Partiyên siyasî amadekariyên xwe zêde kirin

13-01-2024
Ferdî Sak
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Hilbijartinên Xwecihî DEM Partî CHP AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ligel nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an aliyên siyasî giranî dane amadekariyên xwe yên bo wê  hilbijartinê.

Serokê DEVAyê Alî Babacan roja Înê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bû.

Babacan bi berbijêrên partiya xwe yên Amedê re civiya û çû serdana esnaf û dikandaran.

Di rojeva Babacan de pirsa Kurd, astengiyên li pêş zimanê Kurdî û siyaseta qeyûman hebû.

“Herî girîng meselaya ziman û zimanê dayikê ye”

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan got, “Ez bi dengekî bilind careke din ji Amedê dibêjim, polîtîkaya qeyûman a desthilatê, tinehesibandina îradeya gel e.

Li Tirkiyeyê eger pirsa Kurd hebe helbet gelek aliyên wê hene lê meseleya wê ya herî girîng meselaya ziman û zimanê dayikê ye.

Eger hûn navê vê lê nekin, hûn nikarin li vî welatî vê pirsê çareser bikin û behsa welatîbûna wekhev bikin.”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel roja Pêncşemê piştî serdana DEM Partiyê ya bo partiya xwe cara yekem bi gotinên zelal û eşkere behsa egera hevkariyeke CHP û DEM Partiyê ya di hilbijartinên xwecihî de kir.

“Em dê pêwendiyên bi DEM Partiyê re bi awayekî eşkere berdewam bikin”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel wiha axivî, “Em dê ji niha û şûnde li ser pêwendiyên xwe yên ligel DEM Partiyê li pêş raya giştî bi awayekî eşkere û şefaf berdewam bin.”

Hevserokên DEM Partiyê di wê serdanê de behsa stratejiya xwe ya lihevkirina li ser bajaran kirin.

Navê wan bajar û navçeyên ku bi CHPyê re hevkarî li wan bê kirin nehatin eşkere kirin, lê amaje bi amadekariyên wê proseyê hat dayîn.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha anî ziman, “Hevalên me dê xebatekê bikin ka li kîjan bajaran hevkarî tê kirin.”

DEM Partî dê li Enqere û Antalyayê bi berbijêrên xwe bikeve hilbijartinan

Rojek piştî gotinên Tuncer Tuncer Bakirhan, Berdevka DEM Partiyê ragihand ku ew dê li bajarên Enqere, Antalya, Bolu, Konya, Kocaelî, Kayserî û Samsunê yên Tirkiyeyê jî berbijêran nîşan bidin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegûl Doganê got, “Em ber bi 31ê Adarê ve diçin û em bi kelacan in.

Kelcana me ji bo şandina qeyûman e. Me bilêta qeyûman biriye û bila ji xwe re karekî din peyda bikin.”

Li eniya desthilatê jî kar û xebatên hilbijartinê berdewam in.

Serokkomarê Tirkiyeyê piştî nimêja Înê ragihand ku ew dê roja Yekşemê berbijêrên mayî yên partiya xwe jî eşkere bike.

“Rêxistinên me gelekî bihêz in”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, “Em bawer dikin ku di van hilbijartinan de Hevpeymaniya Cumhur, dê têkçûneke ne pêşbînîkirî bi aliyê beramber bide jiyankirin.

Di vê mijarê de rêxistinên me gelekî bihêz in. Dest dane hev û xebatên xwe dimeşînin.”

DEM Partiyê deriyê xwe ji AK Pariyê re negirtiye

Di hilbijartinên xwecihî de şerê mixalefetê û desthilatê herî zêde li ser Enqere û Stenbolê ye.

Dengên DEM Partiyê li wan her du bajaran yekalîker in.

Tevi ku berê CHP û DEM Partiyê li ser Enqere û Stenbolê ber bi lihevkirinekê ve ye lê DEM Partiyê deriyên xwe bi temamî bo AK Partiyê jî negirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst