Yapicioglu: Heta destûr wisa be kes nikare behsa federalî û otonomiyê bike

Duh li 06:35
RÛDAW
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan HUDA PAR Zekeriya Yapicioglu Destûra Tirkiyeyê CHP DEM Partî AK Partî
A+ A-

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku heta destûra niha ya Tirkiyeyê wisa be ti kes nikare behsa sîstema federalî û otonomiyê bike.

Careke din mijara guhertina hinek madeya destûra Tirkiyeyê bûye rojeva serekî ya Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê.

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu çend caran dûbare kir û got, ew dixwazin madeya 4an a destûrê nemîne.

Berdevkê Ak Partiyê Omer Çelîk da zanîn ku ew gotinên Yapicioglu yên bi vî rengî erênî nabînin.

Her wiha Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî, HUDA PAR wekî berdewamiya Hizbullahê pênase kir û rexne li MHPyê jî kirin ku tevî HUDA PARê di nava heman hevpeymaniyê de ye.

Zekeriya Yapicioglu bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

Zekeriya Yapicioglu li ser guhertina destûrê wiha got: “Me jî xwest û anî ziman ku sîstema xweseriyê û federaliyê were nîqaşkirin qiyamet rabû”

Rûdaw: Birz Zekeriya Yapicioglu hûn bi xêr hatin bernameya Rûdawê. Ez dê yekser ji madeya 4an a destûrê dest pê bikim. Hûn çima li ser wê madeyê rijd in? Madeyên din ên destûrê bi dilê we ne?

Zekeriya Yapicioglu:  Ne ku hemû madeyên din ên destûrê bi dilên me ne. Ev destûra 1982an hatibû çêkirin destûra darbeya leşkerî ye. Me xwest destûra darbeya leşkerî were nîqaşkirin. Hemû aliyên siyasî gelek caran nerazîbûna xwe ya li dijî vê destûrê anîne ziman. Bi dehan sal in nîqaş li ser vê destûrê hene.

Me xwest ev were nîqaşkirin û bê zanîn ku bê ka ev destûr çi ye? Guhertin û çêkirina destûrekê mafê kê ye? Li gorî zanista siyasetê, hiqûqê me xwest ev nîqaş pêk were.

Bila ev nîqaş ne tenê nîqaşeke siyasî be bila zanistî jî be lê hin kesan êrişî me kirin û heqaret li me kirin. Bi awayekî tûnd êrişî me kirin. Ne bi şêweyekî zanistî û ne jî bi şêweyekî siyasî nîqaş pêk nehatin.  

Ew êriş û heqaret ne bi awayekî siyasî û ne jî bi awaeyî zanistî bûn. Ew tiştên ku heta niha ji ber kirine dîsan anîn ziman û xwestin rê li ber van nîqaşan bigirin.Hin kes dibêjin, mafê parlamentoyê jî nîne ku destûrê biguherîne û destûreke nû çêbike.

Niha bala wê jî kişandiye me beha xala 4an a destûrê kir. Li gorî xala 4an mafê ti kesî nîne her sê xalan heyî yên destûrê biguherîne.

Me xwest nîqaş li ser vê bimeşin ku mafê kê heye wê biguherîne. Em axivîn û me ew anî ziman.

Di serî de CHPyê û gelek derdoran ji me re gotin, ‘li ser vê xalê mafê wê yê axaftinê nîne, hûn li ser vê babetê neaxivin’ li gorî zanista siyasî li gorî zanista hiqûqê guhertina destûrê mafê parlamentoyan e.

Heqê parlamentoyê heye ku guhertinan di destûrê de pêk bîne û mafê parlamentoyê heye ku destûreke nû jî binivîsîne.

Wekî parlamenterekî min xwest ew xalên ku rê li ber guhertina destûrekî digirin were nîqaşkirin û bi taybetî min xwest xala 4an were nîqaşkirin. Xala 4an rê li ber nîqaşan jî digire rê li ber guhertinan jî digire.

Piştî ku min ew gotin êrişan dest pê kir. Famnekirin gelo mafê parlamentoyê heye ku destûrê biguherîne yan na? Aniha zemîne wisa ye ku em nikarin nîqaşan bikin.

Em dibêjin ‘divê parlamento bi hemû rengên xwe hemû aliyên siyasî li mafên xwe xwedî derkeve.

Gelo mafê parlamentoyê heye ku hin guhertinan di destûrê de bike yan na? Gelo parlamento dikare destûreke nû amade bike yan na?

Rûdaw: Belkî naxwazin wekî Kurdekî hûn wan tiştan bêjin. CHP, MHP û AK Partiyê helwesta xwe anî ziman. Hûn hîn jî li ser wê daxwaza xwe bi israr in?

Zekeriya Yapicioglu: Em dibêjin lazim e parlamento bi hemû rengên xwe li mafên xwe xwedî derkeve. Gelo mafê parlamentoyê heye ku hin guhertinan di destûrê de bike yan na? Gelo parlamento dikare destûreke nû amade bike yan na?

Yan jî bes divê leşker darbeyekê pêk bînin û ew bên destûreke nû hazir bikin. Lazim  e ev were famkirin.  Heger parlamento li mafên xwe xwedî dernekeve dê nikarebe destûreke nû çêbike. Em li ser gotinên xwe ne. Dê gotina me berdewam bike.

Em dixwazin ev nîqaş di aliyê siyasî û zanistî û hiqûqî berdewam bike.  Ew kesên ku bi rêya siyasî û zanistî nikarin bersivê bidin dest bi heqaretê dikin.

Yan jî ew kesên ku heqaretê jî nakin dibêjin ew her 4 xalên destûrê ji aliyê damezrînerên Komara Tirkiyeyê de di destûra 1924an de hatiye bicihkirin û di hemû destûran de hebûye.

Li gorî gotina wan her 4 xalên destpêkê yên Tirkiyeyê ev 100 sal in di destûrê de cih girtine. 

Li gorî wan ev xal di destûra 1924an û destûra 1961ê de hebûye. Ev ne rast e wisa nîne. Divê ji aliyê gel ve were famkirin. Sala 1980yî Kenan Evren darbe çêkir parlamento ji holê rakir û destûra 1961ê ji holê rakir û bi xwe ev destûra aniha amade kir.

Kenan Evren bi îradeya xwe bi qelema xwe ew xala 4an a destûrê nivîsandiye.  Xala 4an a destûrê ya Kenan Evren e. Kenan Evren gotiye, ‘Nabe ti kes wan her 3 xalên yekem biguherîne û qedexeye ku pêşniyaza guhertinê jî were kirin

“Me xwest destûra darbeya leşkerî were nîqaşkirin”

Divê ev tişt were famkirin. Em ji Kemalîstan re jî dibêjin, ‘Kemalîst bin û bila fikra we ji we re be. Bes zanibin fam bikin bê di serdema Mistefa Kemal de çi guhertin di destûran de hatiye kirin? Ew xalên destûrê yên ku hûn diparêzin xala 4an ne di destûrên serdema CHPyê de hebûn û ne jî di serdema Mistefa Kemal de hebûn’ CHPyê ew xala 4an nexistiye destûrê.

“Xala 4an a destûrê ya Kenan Evren e”

Kengî çêbûye? Sala 1982an Kenan Evren bi xwe darbe çêkir û ew destûr hazir kir.  Ew serokê cûntaya leşkerî bû. Piştre Kenan Evren hat girtin û darizandin û hemû rutbeyên wî jê hat standin.

Ew kesê ku ew xala nivîsandiye wekî îradeya damezrîner tê qebûlkirin. Ev xelet e û em dixwazin ew xeletî ji aliyê milet ve were famkirin, Kenan Evren wekî îradeya damezrîner tê hesabandin wisa nîne.

Armanca me ew e ku em li ser zemîneyeke rast behsa amadekirin yan jî guhertina destûrekê bikin.

Rûdaw: Pêşniyarên we dê li ser parastina dînê Îslamê û bi cihkirina dînê Îslamê di destûrê de hebin gelo?

Zekeriya Yapicioglu: Em dixwazin ew destûra ne li dijî baweriya wî miletî be û li gorî baweriya wan be. Destûr divê dijberiya baweriya miletan neke. Lê em dizanin ku ev 100 sal e, hin xaletên destûrê astengî bêhurmetî û bêreziyê li baweriya gel dikin.

Hinek xal û made û peyvên ku li dijî baweriya gel in di destûrê de hene em dixwazin ew ji destûrê bên derxistin. 

Rûdaw: Meseleya Kurdan û çareseriya meseleya Kurdan dê destûrê de bi çi awayî be. Hûn dê di çarçoveya mafên giştî temaşe bikin?

Zekeriya Yapicioglu: Bi rastî me bi awayekî zela di bernameya partiya xwe de nivîsandiye. Me pêşniyara xwe ya li ser destûrê bi awayekî zelal nivîsandiye û di bernameya partiya me jî de heye. Ew kesên dixwazin nêrîna me ya li ser destûrê bizaninin dikarin li bernameya me binêrin.

Ew kesên li bernameya me binêrin dê bibînin bê ka me li ser mafên miletan çi gotiye.

“Em diyar dikin ku Kurd jî wekî Tirkan damezrînerên vê dewletê ne. Mafê wan miletên li ser vê axê ne çi bin divê ne kêm ne jî zêde mafên Kurdan jî her ew bin.

Divê em wekî mafên mirovan temaşe bikin nabe navê miletekî di destûrê de hebe.

Heger dê de destûrê de behsa milatan were kirin divê were gotin ku Kurdan û Tirkan bi hev re ev dewlet damezirandine.
Em li dijî wê yekê ne ku tenê behsa navê miletekî were kirin.

Di çarçoveya însanî de mafên her kesî divê wekî hevdû bin em wisa lê dinêrin.

 Nabe ku hinek xwediyên malê û hinek jî kirêciyên malê bin an jî muameleya koleyan û sinifeke din nebînin.

Meseleya zimanê dayikê jî yek ji wan meseleyan e ku heta niha statûya wê nehatiye diyarkirin. Gelo hûn dê pêşniyaz bikin ku perwerdeya bi zimanê Kurdî jî destpêka heta zanîngehê di destûrê de were bicihkirin?

Zekeriya Yapicioglu: Destûra niha rê li ber perwerdeya Kurdî digire, ji ber ku  di destûrê de tê gotin ku zimanê vî welatî Tirkî ye û ji bilî zimanê Tirkî bi ti zimanekî din perwerde nayê dayîn.

Ew astengiyek e li pêşiya zimanê dayikê ye, ne tenê zimanê Kurdî em dixwazin li nava Tirkiyeyê kî bixwaze bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bistîne bila bistîne. Ev mafekî sirûştî ye û ev mafê her kesî ye.

“Heta destûr wisa be ti kes nikare behsa federalî û otonomiyê bike”

Rûdaw: Madeya 66an a Tirkiyeyê jî gelekî balkêş e û kêm caran tê behskirin. Li gorî wê xalê her kesê li nava sînorê Tirkiyeyê dijî Tirk e. Li gorî wê madeyê Kurd hemû Tirk in. Hûn dixwazin ew made jî were guhertin? Wê navê miletê Kurd jî di wê xalê de hebe?

Zekeriya Yapicioglu: Sererastkirin û bicihkirina navê Kurdan di wê madeyê de belkî ne şêeweyeke rast be û ne mumkun e. Çima ne mumkun e. Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 miletên cûda hene. Çênabe navê her miletî di wê xalê de were rêzkirin.
Gelek nîqaş li ser wê xalê hatin kirin, dibêjin, ‘yani ew kesên li Tirkiyeyê dijîn hemwelatiyên Tirkiyeyê ne’ û ti kesî ti tişt bi ti kesî neda famkirin. Belkî pêwîsta nake xaleke wisa di nava destûrê de hebe. Ew kesên hemwelatiyên Tirkiyeyê ne pêwîstna ke ku werin binavkirin.
Dema ev komar hat avakirin li ser 2 bingehan hat avakirin. Yek li ser Tirkparêzî ya din jî li ser bingeha dijayetiya Îslamê ye.

Ji ber ku 2 taybetmendiyên me hene êrîşî me dikin. Yek jê ew e ku em bi Kurdî diaxivin. Yek jî em Îslamî ne, gotinên me axaftinên me Îslamî ne. Ji ber her du sedeman êrişî me dikin. HDPyê ango DEM Partiyê jî behsa hin guhertinên destûrê dike.

Me jî xwest û me anî ziman ku sîstema xweseriyê û federaliyê were nîqaşkirin qiyamet rabû. Me xwest ku ev mesele were nîqaşkirin û her kes bi serbestî li ser biaxive dê milet biryarê bide.

Her kes bibîne û bifkire bê ka başiyên federaliyê û xweseriyê çi ne û xirabiyên wê çi ne. Me xwest her kes nêrîna xwe bêje. Qiyamet rabû. Kê qiyamet rakir? Li ser wan gotinên me, dîsan CHPyê qiyamet rakir.DEM Partiyê got, ‘em Xweseriya Demokratîk îlan dikin û em dê birêve jî bibin’ ewasî qiyamet ranebû.Çima qiyamet ranebû? Ji ber ku ji aliyê îdeolojîk nêzîkî hevdû ne.
Wekî min got, 2 taybetmendiyên me hene. Yek jê Kurdbûn a din jî jiyana me ya Îslamî ye. Gotinên me yên Îslamî ne. Di dema wisa de CHP dibêje, ‘Mafê we nîne hûn biaxivin’ ez dê gotinên xwe dûbare bikim.
Heger parlamenter nikaribin li ser guhertina destûrê biaxivin, heger partiyên siyasî nikaribin li ser guhertina destûrê nêrînên xwe bînin ziman dê ev destûe çawa were guherandin? Lazim e em ji vir dest pê bikin dê kî destûrê biguherîne. Lazim e em li hevdû rûnên pêşniyarên xw bînin ziman û bi gel jî re wan par ve bikin.

Rûdaw: Birêz Zekeriya Yapiciglu we behsa xweseriyê- otonomiyê kir. Mumkun e di destûra nû de guhertineke wisa were bicihkirin? Wekî HUDA PAR wê pêşniyazeke we ya wisa hebe ku xalek li ser otonomiyê di destûrê de were bicihkirin?
Zekeriya Yapicioglu: Xala 4emîn eşkere dike ku nabe her 3 xalên destûrê bêne guhertin û nabe pêşniyaza guhertina wan jî were kirin. Heta ku ev destûr wisa be ti kes nikare behsa federalî û otonomiyê bike ti kes nikare behsa xala 66an a destûrê bike. Niha li Tirkiyeyê ti kes nikare destûrê biguherîne û wê nîqaşê jî bike.

Rûdaw: Hûn bawer dikin di serdema nû ya parlamentoyê de hevdengiyek li ser guhertina destûrê pêk were û destûr were guhertin?

Zekeriya Yapicioglu: Mimkun e lê ne hêsan e destûr were guhertin û bi awayekî hin guhertin pêk werin. Beriya niha 21 caran jî guhertin hatine kirin. Pêwîstî ne bi guhertineke qismî ya destûrê ye. Pêwîstî ew e ku destûr bi giştî were kirin. Gelek zahmetî û astengî li pêş guhertina destûrê hene.

Wisa diyare ku ew guhertinên bêne kirin dê ji xelkê re nebe derman û pirsgirêkan çareser neke.

Rûdaw: Birêz Zekeriya Yapicioglu ji bo hûn bûn mêvanê me spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst