Ocalan: Kî mafê Kurdan qebûl bike divê em li gor wê siyaseta xwe diyar bikin

09-03-2023
Ferdî Sak
Ocalan: Kî mafê Kurdan qebûl bike divê em li gor wê siyaseta xwe diyar bikin
Ocalan: Kî mafê Kurdan qebûl bike divê em li gor wê siyaseta xwe diyar bikin
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê HDP Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ligel diyarkirina berbijêrê hevbeş ji aliyê Hevpeymaniya Millet ve beşek ji berpirsên HDPê pîrozbahî li Kemal Kiliçdaroglu kirin û amadebûna xwe bo diyalog û gotûbêjê nîşan dan. Ev di demekê de ye ku seroka duyemîn partiya mezin di nava wê hevpeyamniyê de Meral Akşener hewlesteke tund li dijî HDP nîşan da û  got ku ne pêkan e ku wezaret bo HDPê bê dayîn.  Parlamenterê HDPê Omer Ocalan jî dibêje: “Kî mafê Kurdan qebûl bike divê em li gor wê siyaseta xwe diyar bikin.”

Helwêsta HDPê ya di hilbijartinên 14ê Gulanê de yek ji rojevên germ ên siyaseta Tirkiyê ye.

Ligel diyarkirina berbijêrê hevbeş ji aliyê Hevpeymaniya Millet ve beşek ji berpirsên HDPê pîrozbahî li Kemal Kiliçdaroglu kirin û amadebûna xwe bo diyalog û gotûbêjê diyar kirin. Lê daxuyaniyên Seroka duyem partiya herî mezin a wê hevpeymaniyê HDP û 6 milyon dengdêrên wê nîgeran kirine.

Meral Akşener roja Sêşemê di bernameyeke televîzyonî de li dijî HDPê axivî û got: “Ne pêkan e ku wezaret bo HDPê bê dayîn. CHP dikare hevdîtinan bi HDPê re bike, ev me eleqedar nake. Lê nikare qet bîne ser maseyê. Piştre jî nikare.”

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan li ser vê nêzîkatiya Akşener û helwêsta  partiya xwe ya di hilbijartinan de ji Rûdawê re axivî.

Parlamenterê HDPê Omer Ocalan got: “Bi taybet ÎYÎ Partî hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan û Miletê me dibîne. Herkes pozîsyona Akşener dizane. Em pozîsyona wan a dîrokî dizanin û nêzikatiya wan a li hember Kurdan dibînin. Herdû alî dixwazin me tahrîk bikin.  Wek çawa MHP dixwaze Hevpeymaniya Cumhur kontrol bike, ÎYÎ Partî jî dixwaze Hevpeymaniya Millet kontrol bike. Heta niha HDPê ji bo wezîr û wezaretan  ti nîqaş nekirine. Nîqaşa me negihiştiye wê astê û   hê jî partiyên opozîsyonê serdana me nekirine û di pêşerojê de ev tişt dê werin nîqaş kirin. Em dibêjin berjewendiya Kurdan û  mafê Kurdan kî qebûl bike divê em di vê xalê de siyasetekê diyar bikin. Rewşa Serokkomarê niha Erdogan li ber çavan e. Ew jî bi tundî nêzîkî Kurdan dibe. Nêzikatiya maseya 6 partiyan bi taybet nêzîkatiya Akşener jî li ber çavan e. Kurd van şexsiyetan baş nas dikin an jî partiya wan. Hesabên me ne li gor Ak Partî yan ÎYÎ Partiyê ne, li gor Kurdan û li gor partiyên di bin sîwana HDPê de ne. Her tişt bi gotinên Akşener nabe. Akşener tiştên li gor dilê xwe dibe ku bibêje lê her tişt li gor dilê wan nabe.”

Hevserokê berê yê HDPê û siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş jî ji girtîgehê bi nameyeke 4 rûpelî bersiva Akşener da û çend pirs arasteyî wê kirin.

Demîrtaş di nameya xwe de dibêje: “Tevî ku HDPê ragihandiye ew  ji bilî bingehên demokratîk ti daxwazan nakin we gotiye: “CHP dikare ligel HDPê diyalogê bike, lê nikare tavîzan bide û van daxwazên xwe bîne ser maseyê. Ma hûn daxwazên li ser demokratîkbûnê weke tavîz dibînin? Eger hûn bibin desthilat daxwazên HDPê neyên ser maseya we, hûn kîjan maseyê pêşniyar dikin? Hûn plan dikin weke ku ev 50 sal tê kirin me bo maseya “Rûbirûbûna Terorê” bişînin? Dengdêrên  HDPê û HDP jî ti carekê helwesteke ferzker, siyaseta serwer, nêrîna ji jor ve û lihevkirina di asta mil de qebûl nakin.”

Demîrtaş di dawiya nameya xwe de bi Kurdî jî  bang li Akşener kir û got: “Peyva dawî, birêz Akşener bila tu zanibî ku em Kurd in. Em gelê Kurd xwedî nasname, ziman, çand, hûner û dîrok in. Em di doza xwe de jî mafdar in. Bila qet neyê ji bîr kirin.”

Heta niha nediyar e HDP  bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinên dibe yan    bi rêjeya derdora ji sedî 12ê dengên xwe piştevaniya berbijêrê opozîsyonê  dike.

 biryar e heftiya bê ligel serokên partî û pêkhateyên Hevpeymaniya xwe ya  Ked û Azadiyê civîneke saz bike û xwe di vê mijarê de yekalî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst