HDP û YSPê li ser encamên hilbijartinê daxuyanî dan

28-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê HDP YSP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk (YSP) Îbrahîm Akin derbarê encamên hilbijartina gera duyem a serokomariyê de Tirkiyê de got: “Encaman bi zelalî nîşan da ku li vî welatî ji her du kesan yek daxwaza guhertinê dike. Ji ber vê sedemê erka sereke ya siyaseta Tirkiyê guhertina sîstema heyî ye.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin derbarê encamên gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de civîneke rojnamevanî saz kirin.

Îbrahîm Akin diyar kir ku pêvajoyeke hilbijartinê ya newekhev û ne adil heye û hemû derfetên dewletê li pişt Serokomarê Tirkiyê R Recep Tayyîp Erdogan in.

Akin eşker kir ku ji destpêkê ve armanca wan a sereke "guhertina rejîmê" ye û got: “Me ji roja ewil ve gotiye di vê hilbijartinê de armanca sereke guherandina rejîmê ye. Bi vê stratejiyê û têkoşîna xwe ya di gera yekemîn de me Erdogan rawestand. Di qonaxa duyemîn de jî bi armanca guhertina rejîmê me heman stratejiya xwe berdewam kir.”

Derbarê dengên wergirtinê de Akin got ku amarên sindoqan jî nîşan didin ku dengdêrên wan xwedî li polîtîka û armancên partiya wan derketine û got: “Li 16 bajarên ku herî zêde Kurd lê dijîn, tercîha dengdayînê ya ji bo Kemal Kiliçdaroglû, wekî 14ê Gulanê dewam kir. Li gel hemû zext û propagandayên qirêj jî gelê me gav paşde neavêt.”

Akin spsiya gelê Kurd û kesên dengê xwe dane partiyan wan ku bi gotina wî di guherîn û demokrasiyê de israr kirine û got: “Divê em sedemên sereke yên encamên hilbijartinan bi awayekî rast bibînin û kêmasiyan bi rêbazên herî rast derbas bikin.”

Herî dawî Akin di dawiya axaftina xwe de got: "Em li vê derê ne. Em dê hem li parlamentouî û hem jî li hemû qadên jiyanê têkoşîna demokratîk a guhertinê bimeşînin û siyaseta demokratîk berfireh bikin. Em dê ji vê rêyê venegerin, em dê bi hev re li ser bingeha civakê têbikoşin, em dê bi hev re bi ser bikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst