Ji Kiliçdaroglu yekem daxuyaniya piştî hilbijartinê

28-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu piştî hilbijartinên îro yên gera duyem a serokomariyê ragihand ku “Em li vir in û meşa me dê berdewam be.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dengdêr îro ji bo gera duyem a hilbijartinên serokomariyê çûn ser sindoqan. Li gor encamên destpêkê yên ne fermî Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan biser ket.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragiahnd: "Rêjeya vekirina sandoqan ji sedî 99,43 ye, Birêz Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 52,14 a dengan û Birêz Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 47,86 a deng wergirtiye."

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da û encamên geran duyem a hilbijartina serokomariyê nirxand.

Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku di van salên dawî de wan “pêvajoya hilbijartinê ya herî neheq” dît û hemû derfetên dewletê ji bo AK Partiyê hatine  seferberkirin.

Kiliçdaroglu wiha got, "Di vê hilbijartinê de ligel hemû zextan îradeya gel a ji bo guherandina rêvebiriya otorîter hêj baş derketiye holê. Partiya Gel ya Komarê û Hevpeymaniya Millet bi hemû pêkhateyên xwe li her eniyê têdikoşe. Ji bo demokrasiyeke rast li welatê me çêbe em dê her tim pêşengê vê têkoşînê bin. Ji bo vî welatî em çi bikin têrê nake. Baş bizanibin ku xemgîniya min a herî mezin ji ber tengasiyên li pêşiya welat e. Em dê berî her kesî pêşî li wan tengasiyan bigirin.”

Herî dawî Kiliçdaroglu got: “Ez ji niha û pê ve, beriya her tiştî dixwazim ku 25 milyon welatiyên deng dane min moralê xwe xera nekin û li ser xwe bisekinin. Em li vê derê ne û meşa me didome."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst