ISIG: Tîrmehê 182 karkeran canê xwe ji dest daye

08-08-2023
RÛDAW
Nîşan ÎSIG Tîrmeh Amar Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - ISIGê ragihand ku meha tîrmehê ya îsal 182 karkeran canê xwe ji dest daye ku 10 jê zarok bûne.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya “Cinayetên Kar” a 7 mehên 2023an eşkere kir.

Li gor raporê di 7 mehên destpêkê yên îsal de bi giştî hezar û 51 karkeran canê xwe ji dest daye.

Herwiha bi destpêkirina demsala çandinî û geştyariyê re mirinên di sektora veguhestinê de zêde bûne.

Meha tîrmehê 52 kesan di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Ji aliyê din ve, bi hatina demsala havînê re hejmara karkarên çandiniyê ku canê xwe ji dest daye zêdetir bûye.

Li gorî amarên ISIGê meha tîrmeha îsal li 57 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di sektora çêkirina avahî û rêyan de 74 karkeran, di sektora veguhestinê de 52 karkeran û di sektorên cûda de jî 56 karkeran canê xwe ji dest daye.

ISIGê da zanîn ku di nav van karkerên ku canê xwe ji dest daye de 10 zarok jî hene. 

Karkeran herî zêde li Stenbol, Afyon û Enqereyê canê xwe ji dest daye.

Li Stenbolê 15 karkeran, li Afyonê 10 karkeran û li Enqereyê jî 8 karkeran canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst