Li Semsûrê karkerek ji înşeatê ket û mir

22-08-2023
RÛDAW
Nîşan Semsûr Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê karkerekî înşeatê ji skeleyê ket û mir.

Kesekî bi navê Mufeed Najmuldeen Qasim Kharmanley ku biyanî ye, li taxa Sanayiya Nû li ser skeleya ber avahiyeke 5 qatî dixebitî.

Mufeed Najmuldeen Qasim Kharmanley di dema kar de ji skeleyê ket.

Li ser agahdarkirinê tîma tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîma tenduristiyê birîndar bi ambulansê bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê lê ew rizgar nebû.

Wan cenaze rakir morga nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst