ENQERE - Endamên CHP û AK Partiyê bi hev ketin

07-11-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê CHP AK Partî Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di civîna Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de li ser konseran pevçûn derket.

Rojeva Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya li ser “heqê konseran” veguherî pevçûnê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ji bo konserekê 69 milyon lîreyên Tirkî û ji bo yeke din jî 71 milyon lîreyên Tirkî dane.

Şaredariyê di çarçoveya pîrozbahiyên 29ê Çiriya Pêşîn a “Cejna Komarê” de stranbêj Ebru Gundeş derxist ser dikê.

Şaredariyê 69 milyon lîreyên Tirkî daye Ebru Gundeşê.

Parlamenterê Enqereyê yê AK Partiyê Osman Gokçek piştî mijara konsera Ebru Gundeşê mijareke nû derxist pêş.

Gokçek destnîşan kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê di 19ê Gulana 2024an Roja Ciwanan û Werzişê de ji bo konsera koma muzîkê ya bi navê Mor ve Otesî 71 milyon 520 hezar lîreyên Tirkî xerc kiriye.

Alîkarê Serokwekîlê Koma AK Partiyê ya Şeradariya Enqereyê Nîhat Yalçin di civîna yekem a meclisê de axivî û şaredarî rexne kir.

Piştî axaftina Yalçin, Alîkarê Serokwekîlê Koma CHPyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Ertan Işik bertek nîşan da.

Alîkarê Serokwekîlê Koma CHPyê Ertan Işik got:

“Me heta niha nêzîkî 60 konserî li dar xistiye.

Bi rastî ez nerehetiya we ya ji 19ê Gulanê û 29ê Çiriya Pêşîn fehm dikim.”

Piştî axaftina Işik endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê yên AK Partî û CHPyê bi kut û pehînan li hev xist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst