Berbijêra CHPyê: Dê deriyê şaredariyê ji bilî DEM Partiyê ji hemû partiyan re vekirî be

06-03-2024
RÛDAW
Nîşan CHP Afyon DEM Partî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenter û Berbijêra Şaredariya Afyonê ya CHPyê Burcu Koksalê destnîşan kir ku dema ew were hilbijartin dê deriyê şaredariyê ji bilî DEM Partiyê ji hemû partiyan re vekirî be.

Parlamenter û Berbijêra Şaredariya Afyonê ya CHPyê Burcu Koksal 6ê Adarê li parêzgeha Afyonê tevî Serokê CHPyê Ozgur Ozel beşdarî vekirina Navenda Koordînasyona Hilbijartinê bû.

Koksalê di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku ji bo hilbijartinên 31ê Adarê DEM Partî û AK Partî hevdîtinên veşartî dikin.

Parlamenter û Berbijêra Şaredariya Afyonê ya CHPyê Burcu Koksalê anî ziman:

“Dema ez wekî seroka şaredariyê hatim hilbijartin dê deriyê şaredariyê ji bilî DEM Partiyê ji hemû partiyan re vekirî be.

Berbijêrê AK Partiyê vê yekê nikare bibêje. Tenê ew dikarin cirecirê bikin û piştre jî li pişt deriyan bazarê bi wan re bikin.”

Berî hilbijartinên şaredariyên a 31 Adarê rikeberiya partiyan bihêztir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst