Enqere: Festîvala Dengên Sivîl bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê birêve çû

06-10-2022
Omer Sonmez
Enqere: Festîvala Dengên Sivîl bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê birêve çû
Enqere: Festîvala Dengên Sivîl bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê birêve çû
Nîşan Enqere Festîvala Dengên Sivîl Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Festîvala Dengên Sivîl li Enqereyê, bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê hate lidarxistin. Ji 58 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 250 saziyên sivîl beşdar bûn.

Rêveberên festîvalê dan zanîn ku armanca festîvalê ew e ku saziyên civaka sivîl bên cem hev û hevkariya di navbera wan de xurttir bibe. Her wiha gelek saziyên sivîl ku li ser mafên jin, zarok û astengdaran kar dikin jî ji bakurê Kurdistanê beşdar bûn û saziyên xwe dan nasîn. Di festîvalê de gelek panel û gotûbêjên li ser rewşa saziyên civaka sivîl, konserên muzîkê, pêşangehên wêne û nîgarê û atolyeyên curbicur hebûn.

Ev dîmenên rengîn ji Festîvala Dengên Sivîl e. 5emîn Festîvala Dengên Sivîl, li Enqereya paytexta Tirkiyê, bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê, ji aliyê Komeleya Navenda Pêşvebirina Civaka Sivîl ve hate sazkirin.

Festîvala ku ji ber pandemiyê 3 sal nehatibû kirin, li zanîngeha TEDê, bi beşdariya gelek saziyên civaka sivîl û demokratîk di atmosfereke şahiyê de ji bo 2 rojan hat lidarxistin. Armanca festîvalê ew e ku saziyên civaka sivîl bîne cem hev û ji bo danasîna wan bibe platformek.

Organîzatorê Festîvalê Yakup Levent Korkut li ser festîvalê got, “Bi rastî Festîvala Dengên Sivîl platformekê vekirî ye. Armanca me ew e ku saziyên civakî bên cem, hev nas bikin û xwe bidin naskirin. Em dixwazin ew bi panel û çalakiyan tecrubeyên xwe veguhêzin û hevkariya xwe xurttir bikin. Ji loma jî em dixwazin pirrengî, pirdengî û hêza saziyên civakî berfirehtir bibe.”

Gelek saziyên sivîl, bi taybetî komele, sazî û platformên li ser jin, zarok û astengdaran ji bakurê Kurdistanê beşdar bûn û saziyên xwe dan nasîn. Her wiha komeleyên li ser penaber û koçberan kar dikirin jî di festîvalê de amade bûn.

Koordînatora Projeyên Komeleya Sirkhaneyê Bedran Eşer anî ziman, “Komeleya me Sirkhane ev 12 sal in li Mêrdînê kar û xebatên hunerî dike. Em bi zarokên temenê wan di navbera 7 û 17 salî de ye dixebitin. Em li ser performansa sirkê, wêne, sînema û warên din kar dikin. Zarokên em bi wan re dixebitin jî him zarokên ji Mêrdînê ne, him jî zarokên penaber in. Zarokên penaber ên Iraq, Sûrî û Kobanî jî hene.”

‍ Rêvebera Komeleya Piştevaniya bi Girtiyan re (CISST) Heval Zelal Avcı got, “Navenda komeleya me ya, “Piştevaniya civakî ya bi girtiyan re” li Stenbolê ye. Em li tevahiya girtîgehên Tirkiyê li ser mafên girtiyan kar dikin. Em bi riya name û pirtûkan, girtiyan ji mafên wan agahdar dikin. Her wiha dema mafên girtiyên tên binpêkirin em serlêdanên hewce jî dikin.”

Rêveberê Weqfa Baran Tursun Mustafa Fehmi Yavuz anî ziman, “Ev festîval ji bo saziyên civakî pir girîng e. Em him li vir saziyên din nas dikin, him jî saziya xwe dikarin bidin naskirin. Her wiha bi saya vê hevdîtin û festîvalê em dikarin dengê xwe jî bigihînin rayagiştî.”

Festîvala ku di atmosfereke pir rengî û pir dengî de birêve çû; gelek panel û gotûbêjên li ser rewşa saziyên civaka sivîl, konserên muzîkê, pêşangehên wêne û nîgarê û atolyeyên curbicur hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst