Karvedanên pesendkirina endamtiya Swêdê li Tirkiyê berdewam in

11-07-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Tirkiye Swêd NATO Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Piştî gotara Serokkomarê Tirkiyê ya di derbarê endambûna Tirkiyê di yeketiya Ewropayê de gellek şiroveyên cuda têne kirin. Li gorî beşek oposizyonê gotinên Erdogan erênî ne, ji ber ku eger Tirkiye xwe nêzîkî Yeketiya Ewropayê bike dê di nav xweyiya Tirkiyê de jî keşûhewayekî nerimtir durust bibe, beşeke din ya oposizyonê jî mijara bi sedemên aborî ve girêdide û dibeje “Tirkiye dixwaze sûdê ji qebareyê bazirganî ya bazarên Ewropayê bibîne û krediyên nû peyda bike.”

Karvedanên gotara serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a di derbarê Endambûna Tirkiyê di Yeketiya Ewropayê de berdawam in. Erdogan beriya seredana Litvanyayê bike di daxuyaniya xwe de got “Pêşî werin di Yekîtiya Ewropayê (YE) de rêya Tirkiyê vekin, piştre em jî çawa ku me rê li ber Fînlandiyayê vekir, em rê li ber Swêdê jî vekin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got “Tirkiye zêdetirî 50 sal e li ber deriyê Yeketiya Ewropayê tê sekinandin. Niha hema hema hemû endamên NATOyê endamên Yeketiya Ewropayê ne. welatên ku zêdetirî 50 sal e Tirkiyê li ber deriyê Yekîtiya Ewropayê dide sekinandin ez ji vê derê bang li wan dikim, pêşiya Tirkiyê vekin.”

Beşek partiyên oposizyonê gotinên Erdogan û ji nû ve nêzîkbûna Tirkiyê û Yeketiya Ewropayê êrînî dibînin. Parlementerekî Partiya Pêşerojê jî ji bo gotinên Erdogan dibêje “Sedema sereke aborî ye lê em nêzîkbûna Tirkiyê û Yeketiya Ewropayê erênî dibînin”

Parlementerê Partiya Pêşerojê Celaledîn Kanî Torun diyar kir “Di mijara aboriyê de Tirkiyê pêwistî bi alikariya saziyên Ewropî heye, kêşe tene bi pareyên li kendavê tên nahê çareser kirin, hatina Mehmet Şîmşek bi serê xwe peyamek bo ji bo saziyên Ewropî, ji bilî vê di diplomasiyê de jî êdî Tirkiye naxwaze li kêleka Rusyayê bê xuyakirin ji ber ku ihtimala serkevtina Rusyayê nema, Tirkiye jî heta ku li cem Rusyayeke têkçûyî bisekine dixwaze li cem Ewropayê bisekine.”

Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî Erdogan û siyaseta derva ya Tirkiyê bêîstixrar dibîne berpirsekî vê partiyê dibêje “NATO jî Yeketiya Ewropayê jî ji bo Tirkiyê giring in lê pêwîst e hikûmetê siyasteke zelal û rasteqîn hebe.”

Alîkarê Serokê CHPê Zeynel Emre ragihand “Eger karên pêwîst û di berjewendiya welatê me de bêne kirin bêguman em piştgiriyê lê dikin, hebûna Tirkiyê di NATOyê de girîng e, başkirina peywendiyên bi Ewropa û cihanê re giring in. Lê pêwîst e raya giştî bizane ku desthilatê babetên gellek giring di dema helbijartinan ji bo berjewendiya xwe bikar anîn û Tirkiyê zirar dît.”

Di nav bereya Cumhur de jî li ser mijara hewlên Tirkiyê ji bo endambûna Yeketiya Ewropayê dengên cuda hene parlementerekî Partiya Ji Nûve Refah bang li hikûmetê dike û dibêje “wextê me bi Yeketiya Ewropayê ve xusar nekin”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst