Murat Kurum bû namzedê Tifaqa Cumhurê yê Şaredariya Stenbolê

07-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol Tifaqa Cumhur Murat Kurum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  AK Partiyê, wezîrê berê yê jîngeh û bajarvaniyê yê Tirkiyeyê Murat Kurum wekî namzedê serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê destnîşan kir.

Biryar e 31ê Adara 2024an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan bên lidarxistin.

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, li Navenda Kongreyê ya Halîçê di "Civîna Danasîna Namzedên AK Partiyê" de namzedên şaredariyan ên 26 bajaran eşkere kirin.

Erdogan diyar kir ku wan piştî îstişare, lêkolîn û nirxandinên berfireh namzedên şaredariyan kifş kirin û got:

"Em îro ji bo ku 11 namzedên şaredarên bajarê mezin û 25 şaredarên ku di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de dê partiya me temsîl bikin eşkere bikin hatin ba hev.

Erdogan ragihand ku di hilbijartinan de  namzedê Tifaqa Cumhurê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê Murat Kurum e.

Namzedên bajarên din ên ku Erdogan eşkere kirin jî wiha ne:

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê Mustafa Savaş,

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Balikesîrê jî Yucel Yilmaz,

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê Alînur Aktaş,

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Denîzliyê Osman Zolan,

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Mehmet Sekmen,

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Eskîşehirê Nebî Hatîpoglu,

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê Tahir Buyukakin,

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Muglayê Aydin Ayaydin,

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Orduyê Mehmet Hîlmî Guler,

Bamzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Samsunê Halît Dogan,

Namzedê Şaredariya Artvînê Mehmet Kocatepe,

Namzedê Şaredariya Çewlîgê Erdal Arikan,

Namzedê Şaredariya Bedlîsê Nesrullah Tanglay,

Namzeda Şaredariya Çanakkaleyê Julîde Îskenderoglu,

Namzedê Şaredariya Çankiriyê Huseyîn Fîlîz,

Namzedê Şaredariya Duzceyê Faruk Ozlu,

Namzeda Şaredariya Edirneyê Belgîn Îba,

Namzedê Şaredariya Elezîzê Şahîn Şerîfogullarî,

Namzedê Şaredariya Gîresunê Aytekîn Şenlîkoglu,

Namzedê Şaredariya Ispartayê Şukru Başdegîrmen,

Namzedê Şaredariya Kastamonuyê Tahsîn Babaş,

Namzedê Şaredariya Rîzeyê Rahmî Metîn,

Namzedê Şaredaridya Sînopê Yakup Uçuncuoglu,

Namzedê Şaredariya Tokatê Eyup Eroglu,

Namzedê Şaredariya Yalovayê Mustafa Tutuk e.

Murat Kurum kî ye?

Murat Kurum Sala1976an li Enqereyê ji dayik bûye.

Xwendina seretayî û navîn li Enqereyê temam kiriye.

Sala 1999an li Zanîngeha Selçukluyê beşa endezyariya bînasaziyê  temam kiriye.

Sala 2018an Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê yê Tirkiyeyê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst