Mêrdîn xwe ji bo Cejna Remezanê amade dike: ‘Bajarê ol û zimanan e’

07-04-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Mêrdîn Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgeha Mêrdînê ku bi şûnwarên dîrokî, pirrengiya çand û baweriyan tê naskirin, navendeke girîng a geştyaran e.

Mêrdîn xwe amade dike ku di rojên cejnê de pêşwaziyê li hejmareke zêde ya geştyaran bike.

Ji niha ve hotelên bajêr ji sedî 95 tijî bûne.

Serpereştê Medreseya Qasimiyeyê Can Aktaş got:

“Mêrdîn bi gelek aliyên xwe derdikeve pêş, bi taybetî di aliyê çandî de. Medreseya Qasimiyeyê jî yek ji wan e.

Em niha nava wê li gorî geştyarên cejnê amade dikin, em li benda hejmareke zêde ya geştyaran in.”

Rêvebera hoteleke Mêrdînê Zekiye Çekiyê jî anî ziman:

“Li tevahiya Mêrdînê û li hotela me jî geştyarên biyanî û navxwe ji niha ve ji sedî 90-95 cih veqetandine. Me amadekariyên xwe kirine û em dê bi başî pêşwaziyê li mêvanên xwe bikin.

Di mehên Nîsan û Gulanê de her tim hejmara geştyaran zêde ye, bi hatina cejnê re jî ev hejmar dê zêdetir bibe.”

“Bajarê ol û zimanan e”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê betlaneya Cejna Remezanê 9 roj in.

Kompanyayên geştyariyê, xwediyê hotelan û rêveberiyên şûnwarnasiyê yên Mêrdînê pêşbînî dikin ku îsal hejmara geştyaran li gorî salên borî gelekî zêdetir be.

Ew pêşbînî dikin ku di rojên betlaneya cejnê de milyonek geştyar berê bide Mêrdînê.

Serokê MARTODê Ozgur Gurgor da zanîn:

“Hûn dizanin Mêrdîn bajarekî dîrokî ye. Bajarê ol û zimanan e.

Ji kîjan ol û baweriyê û neteweyê be bila bibe, kî tê vir xwe wekî parçeyekî ji vî bajarî dibîne.”

Mêrdîna ku avahiyên wê yên dîrokî xwedî mîmariyeke taybet in tevî bi sedan avahî û malên dîrokî, 17 dêr û 21 mizgeftên dîrokî lê hene.

Li gorî amarên fermî sala 2023an 2 milyon û 650 hezar geştyarî çûne Mêrdînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst