Amed ji bo Cejna Remezanê amade ye: ‘Çandê bandor li xwarinan û derdorê kiriye’

08-04-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Amed Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgeha Amedê ji bo Cejna Remezanê hembêza ji mêvan û geştyaran re vekir.

Li Amedê ji ber betlaneya cejnê rêjeya tijebûna otelan gihiştiye ji sedî 90î.

"Gihiştiye ji sedî 80 heta 90î"

Serokê Komeleya Geştyarî û Otelvanên Amedê Denîz Guler li ser amadekariyan got:

“Me amadekariyên xwe kirine û em li benda mêvanên xwe ne.

Rêjeya rezervasyonan gihiştiye ji sedî 80 heta 90î.

Em di wê baweriyê de ne ku ji roja yekem a cejnê û pê ve dê bigihêje ji sedî 100.”

Amed bi Sûrên xwe yên dîrokî, Mizgefta Mezin, Bexçeyên Hevselê, Pira Dehderî, Xana Hesen Paşa, Keleha Zerzevanê û gelek cihên din ên dîrokî û çandî bangî geştyaran dike.

Xelk ji bo xwarinên dewlemend û bi taybetî cîgera biraştî ya Amedê û ji bo tamkirina wan bi sedan kîlomtre rê diçe.

“Çanda wan bandor li xwarinên wan û derdorê kiriye”

Geştyara bi navê Esra Demîrê anî ziman:

“Xwarinên wê gelekî bitam in. Çanda wan bandor li xwarinên wan û derdorê kiriye.

Tu dikarî li her derê hest bi vê bikî. Jixwe dîroka wê nayê gotin û bi rastî divê tu werî û bibînî.”

Xelkê bajêr jî bi mêvanperwerî û dilgermiya xwe her mêvanêkî ku bê bi rûkenî pêşwazî dikin û bi dilgermî oxir dikin.

"Herin vê derê"

Geştyara ku ji Enqereyê çûye Amedê Pinar Fîtnosê jî got:

“Sax bin mirovên li vê derê ewqasî mêvanperwer in ku dibêjin divê teqez vê bixwî. Vê jî biceribîne.

Herin vê derê an jî em we bibin. Ji ber ku tim wiha di nava rojê de ti kêliyeke we ya vala namîne û roj têrî we nake.”

Sala borî milyonek û 200 hezar geştyarî berê xwe dabû Amedê lê armanc ew e ku îsal pêşwazî li 2 milyon mêvanan were kirin.

Amed bi 110 navendên xwe yên hewandinê jî ji bo 9 rojên betlaneya cejnê di xizmeta geştyaran de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst