Otogara Stenbolê ji ber cejnê qerebalix e: Bilêt bi dest nakevin!

08-04-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Cejna Remezanê Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Otogara Stenbolê di rojên betlaneya Cejna Remezanê de gelekî qerebalix e.

Welatiyên Bakurê Kurdistanê yên ku li bajarên Tirkiyeyê dijîn di rojên cejnê de dixwazin vegerin bajarên xwe û di nav xizmên xwe de cejnê pîroz bikin.

Ji ber qerebalixiya zêde bilêtên otobusan bi dest nakevin.

Xwendekarekî Wanî dixwaze di roja cejnê de li bajarê xwe be lê bilêta otobusên ku ji Stenbolê yekser biçin Wanê bi dest wî nakeve.

“Em dê niha di ser sê cihan re biçin”

Xwendekar Furkan Çavuşoglu got:

“Me gelek zehmetî dîtin, me dereng biryar da ku em biçin, ji ber wê bilêt bi dest me neket.

Em dê niha di ser sê cihan re biçin Wanê.

Ez li Edîrneyê dixwînim, ji wir hatim otogara Stenbolê lê bilêtên otobusên ku yekser biçin Wanê nemane.

Ez dê ji vir biçim Erziromê û ji wir jî biçim Wanê.”

Herçend li otogarê bilêt bi dest nakevin jî lê hinek welatî jî ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin.

Niha ji bo kesek ji Stenbolê biçe Wanê bilêteke otobusê ya herî erzan bi hezar û 700 lîreyên Tirkî ye.

Welatiya bi navê Aylîn Uzunê got:

“Ez ji bo geştê naçim, dayîka min wan, malê diguherin ez diçim cem wan ku alîkariya wan bikim.

Ev betlane jî ji bo me bû derfetek.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê betlaneya Cejna Remezanê 9 roj in.

Di cejnê de yek ji pirsgirêkên herî zêde çêdibin bûyerên trafîkê ne.

Li gorî amarên ku Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya belavkirin, roja şemiyê ya yekem roja betlaneya cejnê 651 qeza çêbûne û di encamê de 9 kesan canê xwe ji dest daye û hezar û 47 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst